DBP: Em hevî dikin ku cejn aştî û azadiyê bîne hemû cîhanê 2020-07-31 10:39:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi minasebeta Cejna Qurbanê peyama cejnê weşand û xwest Cejna Qurbanê aşitî, edalet û azadiyê bîne erdnîgariya Kurdistan û hemû cîhanê.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand. DBP'ê, di peyamê de got: "Em dîsa cejnek e qurbanê, ku hêvî dibe sembola jiyan û azadiyê pêşwazî dikin. Di pêvajoyek e wisa zehmet de ku aşitî, çakbînî û wekhevî ji aliyê desthilatdaran ve ji holê hatiye rakirin, bes şer, xwin û bi hêstirên çavan ragirtine de, di serî de  li erdnîgariya me û li hemû cîhanê şewitandina daristanan, tunekirina diroka mirovatiyê yên ku nîrxên hevpar in, êrîşên bê perwa li ser jin û zarokan, û li hember xwesteka ku dixwazin cîhanê wergerînin girtîgehek e mezin de, em ew ên dîtir û ên bindest li hember van hemû neyîniyan, di wê baweriyê de ne ku li hember kesên ku dixwazin rengê asîman gewr bikin, emê bi hêviyê xwe bixemilînin û jiyanê wergerînin keskesorê. "    'EM HEVÎ DIKIN KU CEJN AŞTIYÊ BÎNE CÎHANÊ'    DBP'ê, di dawiya peyamê de heviyên xwe yên ji bo cejnê anî ziman û got: "Bi vê vîn û hişmendiyê li xwedî derketina nîrxên hevpar ên mirovatiyê, bi berxwedan û têkoşînê em dê cejnan li ser bingeha xwe ya ku aj da ne ava bikin. Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê  aşitî, edalet û azadiyê bîne erdnîgariya me û hemû cîhanê. Û di serî de em cejna rêhevalên xwe ên di girtîgehan de, jinên têkoşer, ciwan û hemû gelên bawermend pîroz dikin û em hêvî dikin ku cejna qurbanê bibe wesîleya aşitî û azadiyê.