Parêzer: Girtina Tîmtîk û Unsal îşkence ye 2020-07-31 12:04:54 STENBOL - Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, diyar kirin ku li gel rapora ATK'ê berdewama girtina parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal îşkence ye.    Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, têkildarî rapora ATK'ê û helwesta dadgehê ya der barê Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal de daxuyanî dan. Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ji roja 5'ê Nîsanê Roja parêzeran heta niha ji bo mafê parastina darizandinê ketine rojiya mirinê.  ATK'ê diyar kiribu ku "Girtina wan a di şertên girtîgehê de ne gunçav e" Lê 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê serlêdana berdana parêzeran red kiribû. Koordînasyonê ji bo Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal bên berdan daxuyanî da û xwest dadgeh rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) li ber çavan bigire û wiha got: "Biryara 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya der barê 16 parêkzeran de siyasî ye. Hemû regezên hiqûqî û zagonî hatine binpêkirin. Biryarek li dijî hiqûqê ye. Parêzer ji bo mafê darizandina edlî di rojiya mirinê de ne. Li gel biryara ATK'ê biryara dadgehê ya berdewama girtina wan îşkence ye. Hem ji bo Ebru û Aytaç, hem ji bo malbatê hem jî hemû hempîşeyên wan îşkence ye."