Ji ber ku qeyûm mezbexaneyê hilweşand ev dîmen derketin holê 2020-07-31 12:46:55 AMED - Jer ku qeyûm cihê şerjêkirina qurbaniyan xera kir welatî neçar man li cihê nepaqij qurbanên xwe şerjê bikin û dîmenên nexweşik derketin holê.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mezbexaneya xerbikê sewalan an go bazara sewalan a li Sûra Amedê ku 15 sal berê hatibû çêkirin xera kir. Li vir 40 qesab dixebitîn û ji ber xerakirina cih bêkar man. Welatiyên qurbaniyan kirîn û ji ber nebûna cihê mezbexaneyê li cihê nepaqij şerjê kirin. Ji ber vê yekê jî dîmenên nexweşik derketin holê.   Mûrat Yalçinkaya yê 15 sal in li mezebexaneyê karê qesabiyê dikir diyar kir ku piştî xerakirina mezbexaneyê gelek kes bêkar mane û mexdûr bûne. Yalçinkaya got 15 sal berê ji aliyê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ve hatibû çêkirin û ji aliyê qeyûm ve hat hilweşandin. Yalçinkaya da zanîn ku ji ber nebûna cihê şerjêkirinê niha ew li cihê nepaqij qurbanan serjê dikin. Yalçinkaya got ji ber cih nepaqij e ev yek dibe sedema nexweşînan. Yalçinkaya bang li rayedaran kir ku mezebexane ji nûve were çêkirin.