Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin 2020-08-01 09:01:33   HATAY - Li Îskenderûnê der barê kesê ku zaroka hevalê zaroka xwe îstismar kiribû, îdianame hat amadekirin. Îdianam piştî bûyerê bi du salan hat amadekirin.    Li Îskenderûn a Hatayê Î.B., zaroka bi navê N.B. ku hevala zaroka wî ye îstismar kiriye. Piştî du salan der barê Î.B. de îdianame hat amadekirin. N.B., di navbera Îlona 2018'an û Adara 2019'an de hatiye îstismarkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî der barê Î.B. de bi tawanbariya "îstismarkirina zayendî" û "binpêkirina azadiya kes" de lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî lêpirsîn Î.B. di 19'ê Nîsana 2019'an de hat binçavkirin û Dadgeriya Cezayê Sulhê jî ew girt. Piştî Î.B. hat gitin bi salekê serdozgeriyê îdianame hazir kir. Dadgeha Cezayê Giran a Îsskenderûnê jî îdianame qebûl kir.    Danişîna ewil dê di demek nêz de bê lidarxistin.    MA / Hamdûllah Kesen