Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane! 2020-08-01 11:27:47 EDENE - Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê, piştî salekê bersiva pirsên parlamenterên HDP’ê yên têkildarî binpêkirinên mafan ên di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê rû didin, da û îdîa kir ku di girtîgehê de binpêkirinên mafan tuneye û pêkanînên li wê derê ligorî qanûn, rêzikname û mewzûatê ne.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatimogûllari û Kemal Pekoz, rapora Komîsyona Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê rû didin de di Tîrmeha 2019’an de weşand, birin Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê.     Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê ya derbarê serlêdana parlamenteran de dest bi lêkolînê kir, mijar ji Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan Wezareta Dadê pirs kir.    Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê piştî salekê bersiva pirsên derbarê mijarê de da. Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê lêkolîna xwe temam kir û îdîa kir ku li dijî tu hikumxar û girtiyan cudakarî, muameleyên xirab û nêzîkatiyên keyfî yên karmendên girtîgehê tuneye. Komîsyonê da zanîn ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê ya derbarê îdîayan de bi rêve bir jî, bi biryara ne şopadinê bi encam bûye.    ROJNAME LI GORÎ ‘RÊZIKNAMEYÊ’ NAYÊ DAYÎN   Komîsyonê derbarê nedayîn Rojnameya Yenî Yaşamê de jî wiha got: “Rojname li gorî rêziknameya girtîgehê ji bo girtî û hikumxwaran nayê dayîn.”