Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm 2020-08-01 12:23:51 STENBOL - Eskeran hem li A.Ç., yê dema diçû otelê îşkence kirin û hem jî giliyê wî kirin. A.Ç., ku şopa lêdanê li laşê wî maye got: “Ez ditirsim li vî welatî bijîm."    Welatî A.Ç., ji bo betlanê ji Bûrsayê çû taxa Sîte ya Navçeya Manavgat a Antalyayê. A. Ç., dema diçû otelê eskeran ew di rêde sekinadin û binçav kirin. A.Ç., diyar kir ku eskeran îşkence lê kiriye û giliyê eskeran kir. A.Ç., anî zian ku di 30'ê Tîrmehê de ew û hevalekî xwe ji bo betlanê ji Bûrsayê çûn Antalyayê û wiha got: "Saet 01.30'an de ez çûm otela bi şev lê dimam. 2 eskeran ez rawestandim. Ezkeran got 'Şûyê araqê yên destê xwe bavêje' Min got ev li gorî hiqûqê ne qedexe ye. Lê eskeran got 'Qanûn ez im' û bersîv dan min. Bêyî hincetan nîşan bide ez binçav kirim. Di bin çavan de îşkence li min kirin. Li Qereqolê bi pêhn û sîleyan li min xistin. Hemû eskerên li qereqolê ketin hundir. Eskeran nêzî nîv saetê li min xistin. Îşkence kirin. Tacîz kirin. Eskerekî ku îşkence li min kir pêçiya wî şikest. Ji ber vê yekê dîsa îşkence li min kirin. Hevalê min jî li pey min heta qereqolê hat. Dît ku esker li min dixin. lê eskeran ew derxistin derve. Min di bin çavan de travmayek mezin dît. Hemû eskerên qereqolê îşkence li min kirin. Piştre ez birim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bijîşk got 'Çi yê te heye?'. Lê min ji tirsan tiştek negot. Tenê min got hinek laşê min şîn bûye û xwîn bûye. Lê gelek laşê min reş û şîn bûbû. Min xwest ez û doktar tenê bi axivin. Lê eskeran destûr nedan."    DEMA MIN QALA ÎŞKENCEYA LI MIN HATIYE KIRIN KIR, HEKÎM GOT 'VANA DERBAS BIBE'   A.Ç., da zanîn ku dema li qereqolê bû eskerê li wî xist xwest mikur neyê û wiha axivî: "Gef li min xwar. Dema ez birim Edliyeya Manavgatê, ez sewqî dozgeriyê kirim. Dema ez li cem dozger bûm, eskerê li min xist û tiliya wî şikest hat li ber deriyê dozger ez tirsandim. Ji tirsan min giliyê wan nekir. Min nikaribû her tiştî bêjim. Piştre dozger bi daxwaza girtinê ez sewqî dadgehê kirim. Dadger jî dema min serpêhatiya xwe digot guhdar nedikir. Dema min qala tişta li min hatiye kirin dadger got 'Vana derbas bike' Ez jî bêdeng bûm. Ez tirsiyam û min gilî nekir. Dadgehê jî biryara darisandina serbestiyê da û ez serbest berdam. Qedexeya derketina dervê welat dan min. Divê hefteyê 2 rojan biçin îmze bavêjmê.    NEXWEŞXANEYÊ RAPOR NEDA    A.Ç., anî ziman ku rayedarên nexweşxaneyê rapora lêdanê nedan wî û wiha bi dawî kir: "Ez çûm nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê. Min xwest rapora darbê bistînim. Lê tevî hemû israran rapor nedan min.    MA / Îdris Sayilgan