TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin 2020-08-01 13:02:07   STENBOL - Komîsyona LGBTİ+ û Jinan a TGS'ê bal kişandin ser Peymana Îstanbul û gotin “ Em li gotina #JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin. Em dest ji vê peymanê bernadin."    Komîsyona LGBTİ+ û Jinan a TGS'ê têkildarî Peymana Îstanbulê daxuyanî dan. Komîsyonê gotin “ Em li gotina #JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin. Em dest ji vê peymanê bernadin."  Komîsyonê anî ziman ku yê fermana tundiyê dide îqtîdar e. Ji sala 2008’an heta niha bi hezaran xwişkên me yên ji aliyê mêr ve hatin kuştin hene. Di pêvajoya ku pêdivî ji wezareta jinê hebû, wezareta jinê girtin û li şûna wê wezareta malbatê vekirin. Jin bêtir wekî dayik û hevjîn tarîf kirin û di malê de hepis kirin. Heta ku tundî bi dawî bibe û Peymana Îstanbul têkve meriyetê têkoşîna me ya jinan de bidome. Em wekî jinên rojnameger û rêxistinên jinan di 5'ê tebaxê de em ê li çar aliyê welat çalakiyên jinan li dar bixin. Em banga '#JiPeymanaÎstanbulBernadin xwedî derdikevin' dikin.