Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin 2020-08-01 14:41:02   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê pençeşêrê Hasan Sûbaşi yê her ku diçe nexweşxaneyê 14 rojan di karantînayê de tê hiştin û xwest Sûbaşî tavilê bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya Rûniştina F a 436’an ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê pençeşêrê Hasan Sûbaşî yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 6 a Sîlîvrî tê girtin. Endamên Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn û Mehmet Acettîn daxuyaniyê vê heftê dan.    TENDURISTIYA WAN DIBIN GEFÊ DEYE    Endama Komîsyona Meral Nergîz Şahîn, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de pir zêde bûne û wiha axivî: “Pirsgirêkên girtiyan ên ji ragihandinê bigirin heya mafê tenduristiyê bi şewba vîrûsê re kûrtîr bûne. Astengiyên ji ber şewba vîrûsa Kovîd-19’an, bandorê li girtiyên extiyar, nexweşên giran û kronîk dikin û jiyana wan dibin gefek mezni de ye.”    DÎSA HAT GIRTIN    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî, da zanîn ku Sûbaşi dema 20 salî bû di sala 2008’an de hat girtin û wiha got: “Piştî 5 salan hat berdan û serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) dide. Di kontrolên ji bo Sûbaşi tên kirin de, derdikeve holê ku bi nexweşiya pençeşêra kolonê ketiye. Li ser vê yekê Sûbaşi tê emeliyat kirin, rûviyê wî yê stûr û beşek girçika wî ya çepê tên girtin.  Dûre nexweşî belavî kezeba wî dibe û divê bê emeliyat kirin. Lê Sûbaşi berî ku bê emeliyatkirin, dîsa tê girtin.”   HER KU DIÇE NEXWEŞXANÊ DI KARANTÎNAYÊ DE DIMÎNE   Nergîz Şahîn, da zanîn ku her ku Hasan Sûbaşi dibin nexweşxanê û paşve tînin girtîgehê 14 rojan di karantînayê de digin û wiha bilêv kir: “Ne pêkane ku Sûbaşi di şert û mercên girtîgehê de karibe bijî. Nexweşiyên giran ên Sûbaşi hene. Lê ligel vê jî di girtîgehê de tê girtin. Em dixwazin ku hemû girtiyên mîna Sûbaşi bên girtin û mafê wan ên jiyanê bê parastin.”