Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê 2020-08-01 17:03:23   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 308’an de çalakiya xwe berdewam kir. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser 6 girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê û xwest bi lez bên berdan.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 308’an de ji ber Cejna Qurbanê daxuyanî bi nivîskî weşand û vê hefteyê bal kişand ser 6 girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Înîsiyatifê anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe kûr dibe û girtî li hemberî mirinê bê çare dimînin. Înîsiyatifê anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 17 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û bi giştî 81 girtiyên nexweş hene. Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa Hasan Alkiş, Hayati Kaytan, Medeni Tarlan, Bahattin Salhan, Refik Sunkur û Sinan Turkmen û anî ziman ku hemû girtiyên nexweş in û xwest bi lez 6 girtî serbest bên berdan.