Cerdevanan welatiyek birîndar kir 2020-08-01 20:25:46   ÇEWLÎG - Hat diyarkirin ku 4 ciwanên ji bo avjeniyê çûne Yuzen Ada ya Çewlîgê, bi hinceta stranên kurdî guhdar kirine, cerdewanan li wan xistiye û apê ciwanê bi navê Fûrkan Kiliç Abdûllah Kiliç jî bi çeka cerdevanan birîndar bûye.    Hat diyarkirin ku Mahsûm Kaya, Necmettîn Evranas, Fûrkan Kiliç û Yûsûf Genç ku ji bo aveniyê çûne Yuzen Ada ya mezrika Aksakal a gundê Hazarşah a navçeya Solxanê, bi hinceta stranên kurdî guhdarkirine cerdevanan li wan xistiye.   Tê gotin; duh danê êvarî saet li texma pêncan 4 ciwanên ku di wesayîta xwe de muzîk guhdar dikirin, ewilî bi devkî hatine tacizkirin û dû re jî 2 esker û pênc cerdevanan li wan xistiye. Piştî ciwan xeberê dişînin ji malbatên xwe re, malbatên wan jî tên cihê bûyerê û ew û cerdevanan dikevin qirika hev. Li ser vê cerdevanan çekê li wan diteqîne û apê ciwanê bi navê Fûrkan Kiliç Abdûllah kiliç birîndar dibe. Kiliç radikirin Nexweşxaneya Dewletê ya Solxanê.    Hat diyarkirin ku dû re her çar ciwan û Kiliçê birîndar dibin qereqolê û îfadeya wan tê girtin.