ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-02 09:00:01   * Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Jinên Wanî bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî dan û gotin: "Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe."    * Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla, diyar kir ku li Rihayê rojê nêzî 300-350 kes bi şewba vîrûsa coronona (Covît-19) dikevin û li nexweşxaneyan jibo nexweşan cih tune ye.    * Êzidiyên ku heya niha bi 74 fermanan re rû bi rû mane, hîn jî li 3 hezar jin û zarokên ji Şengalê hatine revandin digerin. Parlementera êzidî Feleknas Ûcyê anî ziman ku cîhan ji bo êzidiyan xwe li korîtî, ker û lalîtiyê daniye. Ûcayê, got "êşa hevpar, birîna hevpar" û bang kir ku kes bêdeng nemîne.   * Li Edeneym, ciwanan diyar kir ku wê di çarçoveya "bi hev re tev bigere" wê hin çalakiyan li dar bixin û ji bo xurtkirina kampanyayaê bang li ciwanan kirin.     * Berfîn Işik Oztoprak a dersimî ku koçî Amerîkayê kiriye û li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê,  piştî hatiye Dersimê jî gund bi gund digere û guh li çîrokên mirovan dike û dixwaze wan daxilî nav muzîka xwe bike.   * Meclîsa Berxwedanê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal dê li pêş nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daıxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)