Polîsan Pektaş ê ket greva birçîbûnê binçav kirin 2020-08-03 15:49:55   AYDIN - Polîsan Ertûnç Pektaş ê ji bo piştgiriyê bide Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên ji bo mafê xwe yê darizandinê ketine rojiya mirinê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, binçav kirin.    Li Navçeya Încîrlîova ya Aydinê Ertunç Pektaş (44) bi armanca piştgiriyê bide Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê "Darizandina bi edalet" ketine rojiya mirinê, ji 1'ê Tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Pektaş dest bi grevê kir, polîsan bi ser kiraathaneya wî de girt û bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" binçav kirin. Hat zanîn ku dema polîsan Pektaş binçavkirin li wî xistine. Hat zanîn ku Pektaş ê li Midûriyeta Polîsan a Aydinê tê girtin, dê îro sewqî edliyeyê bikin.