Zarokê ku bi çekê lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da 2020-08-04 11:23:37   MÊRDÎN- Li navçeya Şemrexê, zarokê ku bi çeke lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Poyrazê ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, zarokê bi navê Ahmet Yasîn T. (14) dema ku bi çekê lîst, gule pê de teqiya. Piştî bûyerê ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Ahmet Yasîn T. jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê zarokê 14 salî ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.