DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin 2020-08-05 09:01:51   STENBOL – Piştî li navçeya Qisleyê peykerê hunermend Hasret Gultekîn hat çêkirin, nîqaşên ji bo rakirina peyker destpêkirin. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Saîme Topçû, nîqaşên der barê rakirina peyker de nirxandin û got, ji ber parastina cihwarên xwezayî çêkirina peyker ne bi rizaya wan e.    Li Dersimê li baxçeyê Cemxaneya Ziyarta Duzgun Baba, peykerê huermend Hasret Gultekîn ê di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dabû hatibû çêkirin. Niha jî nîqaşên ji bo rakirina peyker dest pê kirine. Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû, anî ziman ku ji ber ku Ziyareta Duzgun Baba cihwarekî pîroz e, naxwazin peykerên tu kesî bê çikandin.    Topçû, anî ziman ku fikra ji bo çêkirina peyker xwe dispêre çend sal berê û got, 3 sal berê mirovekî karsaz û Navenda Giştî ya Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Abdal biryar girtine ku peyker bê çêkirin. Topçû, diyar kir ku Desteya Rêvebir a Cemxaneya Duzgun Baba ya wê demê jî biryar qebûl kiriye û got, lê belê biryara rêveberiya berê ne bi rizaya rêveberiya nû ye. Topçû, diyar kir ku rêveberiya nû jî li ser israran qebûl kiriye û got, lê piştî navçeyê bertek nîşan da Cemxaneya Duzgun Baba jî peyker rakir û li cihekî taybet muhafize kiriye.    ‘NE BI RIZA ME YE KU LI CIHWARÊN PÎROZ PEYKER BÊN ÇÊKIRIN'    Topçû, destnîşan kir ku tu eleqeya DAD'ê bi bûyerê re tuneye û got: "Cemxaneya Duzgun Baba ji bo peyker serdana me kir. Me ji bo şehîdê me yê li Sêwazê hat kuştin, ji bo peykerê canê me Hesret Gultekîn û navê 33 canên me yên din, me got Duzgun Baba jî ji bo me pîroz e; ne bi dilê me ye. Em niha jî dibêjin. Ji bo misilmanan kabe çi be, ji bo me jî Duzgun Baba ew qasî pîroz e. Û li kû derê dibe bila bibe, em naxwazin li tu cihwareke me ya p,oz peyker bên çêkirin. Li gor me nerast e û ne bi dilê me ye. Nabe, wê nebe."    Topçû, diyar kir ku bûyer ber bi cihekî din ve hatiye kişandin û got: "Mixabin hin hevrêyên me gotinine ne li gor rêya me û erkana me kirin. Îtham kirin."    Topçû, diyar kir ku bi bangawaziya Navenda Giştî ya PSAKD'ê li Cemxaneya Duzgun Baba Dar Meydani hatiye avakirin û pîr, ana, saziyên baweriyê, gel û Komîsyona Navenda Giştî ya PSAKD'ê tev lê bûye û got, rêvebirên PSAKD'ê yên daxuyanî dan, terka meydanê kirine.    WÊ PEYKER LI QISLEYÊ BÊ AVAKIRIN    Topçû, anî ziman ku piştî nîqaşên li Dar Meydaniyê biryar hatiye girtin ku dê peyker li Qisleyê li cihekî guncan bê çikandin.    Topçû, diyar kir ku cihê ku peyker lê hatibû çikandin, mirov pêxwas û servekirî diçinê û cihekî pîroz e. Topçû, got: "Duzgun Baba cihwareke me ya pîroz e. Em li tu cihekî bawerî û pîrozî lê hene tiştên werê teswîp nakin. Mirada wan e we ku di ser Hesret Gultekîn re nîqaşekê bikin. Lê em ê nedin be rnîqaşê. Em naxwazin li tu navendeke baweriyê peykerên bi vî rengî bên çikandin. Çimkî cihekî pîroz e. Divê wekî xwe bimînin. Em pêxwas û servekirî diçin wir. Heger îro ew peyker li wir bê çikandin, sibê wê hin kesên din jî werin û peykerine din biçikînin. Divê em pêşî lê bigirin. Divê li cihên pîroz peyker neyên çikandin, ev der wekî xwe bimînin. Loma ne bi riza me ye. Em ê nehêlin."    MA / Îdrîs Sayilgan