Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê? 2020-08-05 09:02:17   NAVENDA NUÇEYAN – Cuma Tek ê astengdar û nexweş e, li gel nexweşiyên giran li Girtîgeha Tipa F a Wanê girtî ye û nayê dermankirin. Ji ber nexweşiyên wî û şewba vîrûsa corona jiyana Tek di rîskê de ye.    Girti Cuma Tek ê 43 salî ku 3 salin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye li gel astengdar û nexweş e nayê berdan. Cuma Tek, piştî bi îdeaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" cezayê wî hat erêkirin û di 3’ê Puşbera 2017’an de cara duyemîn girtin. Piştî ku pêvajaya çareserîyê xistin sarincê şerekî piralî li dijî civaka Kurd dest pê kirin. Piştî vê pêvajoyê her roj bi operasyonan siyasetmedar û hilbijêrên Kurdan binçav dikin û digirin. Îro li girtîgeh û zindanan ji mamosteyan bigire heya şagirtan, ji siyasetmedaran heya hevşaredaran, ji rojnamegeran heya parezeran ji karker û bêkaran heya karsazan, ji astengdaran heya bebikên bênav ji 7’ê  heta 77 salî Kurd di navbera 4 diwaran de hene. Di vê rastiyê de cihê niqaşê nîne. Zindan êdî bûye mozaîkê civakê… Ji van kesayetên ku berdêlên giranbuha daniye yek jê Cuma Tek e. Cuma ku niha 43 salî ye. Astengdarê bedenî ye û zêdetirî 3 salin girtî ye. Di girtîgeha Ewlihiya Bilind a Wanê de tê girtin.    Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin û Rojnameger Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye, li ser rewş, jiyan û serpêhatiya Cuma Tek ê nexweş û astengdar nuçeyek amade kir. Nedîm Turfend nûçeya ku amade kir û bi ajansa me MA'yê re parve kir wiha ye:    KÊR GIHIŞT HESTÎ!   Îro li girtîgeh û zindanan ji mamosteyan bigire heya şagirtan, ji siyasetmedaran heya hevşaredaran, ji rojnamegeran heya parezeran ji karker û bêkaran heya karsazan, ji astengdaran heya bebikên bênav ji 7’ê  heta 77 salî Kurd di navbera 4 diwaran de hene. Di vê rastiyê de cihê niqaşê nîne. Zindan êdî bûye mozaîkê civakê… Ji van kesayetên ku berdêlên giranbuha daniye yek jê Cuma Tek e. Cuma ku niha 43 salî ye. Astengdarê bedenî ye û zêdetirî 3 salin girtî ye. Di girtîgeha Ewlihiya Bilind a Wanê de tê girtin. Dema ez bi menzela yek kesî de dihatim girtin, min di paceya deriye hesin a mezinahiya di çavan de Cuma nas kir. Teşbih nebe, di gotinê de xeyd tune be, êdî kêr gihişt hestî. Pêxist û pêriviyê ku serpêhatî jîyana Cuma bê zanîn. Bi vê mebestê ve me penûs hilda û li ser dîwarên bejin bilind derbas bûn, gihiştin Cuma.    BAHARA JIYANA WÎ BÛ    Cuma di sala 1977’an li Navçeya Çelê ya li ser sînorê Iraqê ji dayik bû. Ji heft xwişk û birayan ê herî biçûk e. Debara malbata wî li zozanan bi çotkariyê ve pêk tê. Di sala 1994’an de bi hevalekî xwe re li zozanê wan digerin, Cuma pê li mayina bahniyê dike. Ji dipirsim: Bi qasi tê birdanka te, te tam di vê kêliyê de çi jiya? “Meha îlonê bû, ez hêj 17 salî bûm. Bi gotineke din ve, destpêka payizê bû, lê ez di bahara jiyana xwe de bûm. Hevalê min, li peşiyê, ez li pişt wî, em dimeşiyan. Nizanim çawa, min di vê şiverêyê de pêl li mayina paniyê kir. Mayina kampax tam li ser şiverêyê hatibû danîn (çandin). Min linge xwe ranekir ku hevalê min hinek bi dûr bikeve, wî jî hêj ne dizanibû. Ramana mirinê mejiyê min dagir kir! Ligelig diricifim, di dilê min de tirsek kur. Hat bîra min ku di fîlmeki de yeki di vê rewşê de xwe li aliye pêşiyê di tewand û di avêt. Min jî heman biryar da. Bi dengêteqinek hovane ve, hişê min ji sere min çû. Bîstekî din çavê min vebû. Lê, min ne tiştek dibihst û ne jî tiştek didit. Her cih toz û duman. Bi bihistina denge hevalê xwe ve, min fam kir ku ez hêj dijîm. Ji tirsa teqineke din, me nekarî û newêrî liv û tevger bikin. Em cemidîn. Li ser pêyekî (lingeki) gihiştim nig (cem) wî. Lê ji çavê min heta piyê min xwîn diherikî. Her dere min birin, perçe perçe. Wî ez li ser pişta xwe nêzî 2 kîlometre bi rêve birim. Ji binkeya tenduristyê de bijîşk wiha got: ‘Tu tenê niv saetê derengtir bihataya, tuyê bimriyayî!’ Ango, meseleya man û nemanê bû.”    LING BI QURBANO!   Di teqinê de Cuma bi giranî birîndar dibe. Hin pê, hem jî çavê xwe yê rastê berze dike. Pêwiste ku di demeke liplezgîn de bigihîjinin nexweşxaneyê, lê rayedar bi hinceta ‘rê xeternak in’ ve ambulanse nadin. Bi erebeya cîranekî ve digihîje bajêr û piştî emeliyateke 30 saetî, Cuma ji taristana mirinê rizgar dibe. Pirseke di cihde jê dikim, dema te çavê xwe vekir te çi dît? “Min li herdu teniştên xwe nerî. Bi yek çavê xwe ve min dît ku piyê min ê rastê nîne. Min fam kir ku êdî ez tu çar nikarim bibezim. Lingo bi qurbano. Ez mahkûmê doşekê bûm. Her kes li vir di axivîn. Lê min ji hezar peyvan yek fam dikir an fam nedikir. Peyv di qirika min de di xetimî.” Bêhneke kur û dilsotiner hildide û didime: “Êdî min ê nekarîbûya govend jî bigirtaya. Ez ji govendê pir hez dikim.”   PÊŞENGIYA MAMOSTEYÊ NEVŞEHÎRΠ   Cuma 70 rojan di nexweşxaneyê de tê razandin, piştre dibin mala wî. Nêzîki 6-7 mehan li ser doşekê dijî. Hêdî hêdî, bi alîkarî û yarmediya darên bin çengan ve dimeşe û carna jî derdikeve derve. Diyar dike ku piştî ku salekê dîsa vedigere dibistanê û didome: “Rewşa malbatê ya aborî nebaş e û xerab e. Dema liberxistina proteze jî hatibû. Lê, mixabin derfet tunebû. Mamosteyê min ê wêjeyê Yunus Turkmenoglu ku ji Nevşehirê bû, hat seredana min. Pirs kir,    ‘TU YÊ KENGÎ PROTES LI BER BIXE?   Min jêra got, ‘Mamoste bi kijan dirav be? Kê winda kiriye ku ez peyda bikim!’ Roja şemiyê, mamoste Yunus tevahî kuçe û kolanên Çelê mal bi mal geriya, ji bo min alîkarî berehev û kom kir.  Malbatê jî daxwaznameyên hewce dan rayedaran.”    TU KESAN DERÎ LÊ VENEKIR   Li Enqereyê di Tebaxa 1995’an de pîyê wî yê protez tê li ber xistin. Dest bi rêveçûnê dike û piştî mehekê dest ji gopalê xwe jî berdide. Di komeleya astengdaran a Colemêrgê de 7 salan dixebite. Ne tenê ala têkoşîna xwe ya jiyanê bilind dike, di heman demê de li bajar alikariya astangdaran jî dike. Dema di 2001’an bavê wî jiyana xwe ji dest dide, êdî bêgav û neçar dimine ku vegere li cem dayik û birayê xwe cebraîl. Destnîşan dike ku “Mecbûr bûm ku aboriya malbatê bikim. Birayê min Cebraîl hem astengdarê zihnî û hem jî astengdarê ortopetîk bû. Em hersê bi hevra diman. Min li her derî xist, lê tu şol û kal peyda nekir. Debara jiyana me, tenê bi saya meaşê cebraîl ve pêk dihat.”    ‘BO PARIYEK NAN TÊDIKOŞIYAM ALÎKARIYA ÇI?'    Di sala 2007’an de dayika wî jî diçe li ser dilovaniya xwe. Ew û Cebraîl li malê tene dimînin û Cuma biryara zewacê dide. Bi Fatmaya ku ew jî astengdara bedenî ye re dizewice. Niha 4 zarokên wan hene. Newroz (11), Sabiha(10),  Argeş (8)  û Dilgeş (7). Zivistana 2013’an bi hinceta “Gilî û şikayet” ê ve tê girtin û 5 mehan girtî dimîne. Angaşt ewe ku “Alîkariya rêxistinê kiriye”. Cuma jan jan dikene “Ez ji bo pariyek nan peyda bikim, têdikoşiyam. Ez ê çawa alîkarî bikim? Çavê zarokan li pariyek nan digerî.” Di pêvajoya darizandinê de 6 sal û 3 meh ceza jêra tê birin û serbest tê berdan. Di 3’ê Puşbera 2017’an de careke din tê girtin. Cezayê wî hatiye erêkirin.    RÊZE-ASTENGIYÊN NÛ: 300 KM RÊ, ABORÎ Û CORONA    Zarokên wî carna jê pirs kirine “Bavo çima piyê her kesî heye, yê te nîne?” Di bersivdayînê de zêde zahmetî kişandiye. “Heta min bersivek dida, ez dimirim. Her mirov berendamê berastengiyê ye.” Zarokên wî, zêdetirî 7 mehan e ji ber nepokanî û bêderfetiyên aborî nikarin Cuma ziyaret bikin. Di navbera wan de 300 kîlometre rê û abori hene. Hêjeyî gotinê ye ku li Colemêrgê jî girtîgeh heye. Cumayê ku di teqînê de  çavekî xwe jî winda kiriye, ji ber negengaziyên aboriyê nikare çavê xwe başe baş tedawî bike. Li Wanê çar mercek tê li ber xistin, lê mixabin her çar jî di dema li berxistinê de dizelin. Êş û azara çavên wî hêj didome. Di zindanê de pêvajoya tedawîyê kêm zede tê destpêkirin , lê bele ev jî ji ber virûsa coronayê (Covît-19) têbetalkirin.    HEM NEXWEŞ E HEM ASTENGDAR E   Rewşa malbatê jê pirsiyar dikim “Cebraîlê astengdarê zihnî, Fatmaya astengdara bedenî û çar zarok tene man. Tenê ne û neçar in. 3 zarok diçin dibistanê. Me serî li her derî, sazî û dezgehên dewletê da, lê tu bersîv nehat dayîn.” Jiyana wî ya zindanê jî bi zor û zahmetiyan ve diçe. “Ez hem girtiyên nexweş im, hem jî astengdar im. Nexweşiyên min ên qelb û tansiyonê jî hene. Bi taybetî di dema serşokê de hatin û çûyina di merdîwanan de neçar diminim ji xwe di serşokê de çend çaran ketim û xwîn ji pozê min hat. Tedawiya min hatiye rawestandin. Em 3 heval dimenzelekê de dimînin. Herdu heval jî alîkariyek mezin didin. Heta ku cilên min jî dişon. Carna arîşaneya tansiyonê dijîm, rayedar dibêjin, “Daxwazname binivîsîne!” Pirsgirekekî lezgîn dê di rêzê de bisekine!” Heta niha 2 caran derketiye li hemberî lijneyê ku “Gelo dê bikaribe di girtîgehê de bimine ya na?” Li gel nexweşiyên wî yên qelb, çav û tansiyon û astengdariya wî, lijne biryara “Dikare bimîne” yê dide.    ‘GELO MA WÎCDANÊ WAN NASIR GIRTIYE?'      “Rayedar di mijara girtiyên nexweş de timî nepijanker û ne hestewar in.” Cuma destnîşan dike û bangawaziyê li  raya giştî dike: “Tu kes bi vê pirsgirêkê me pêvînîdar nabe. Li raya giştî heviyên min nemane. Lê carek din bilêvkirin pêwist e, bila êdî dengê me bê bihîstin. Gel oma wîcdana wan nasir girtiye?”    Li gorî zagonan, a/ê cezayê wî jî dikeve bin salekê mafê “Serbestiya biyenêran” qesenç dike. Mixabin piraniya girtigehan vê mafê bi hinceta “Bi ali” ye red dikin. Şayanê bibir anînê ye k udi 9’ê îlonê cezayê Cuma jî dikeve bin salekê. Ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên xwe û malbatê, li benda alîkarî û yarmetiya rayedar û rêxistinên mafên mirovan in.    MA / Nedîm Turfent