Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan 2020-08-05 09:57:43 ÇEWLIK – Derbarê zilamê Hasan E. ku li gundê Gamêşan ê navçeya Kanîreşê tundî li hevjîn û 4 zarokên xwe kiribû de biryar dûrxistinê hat dayîn û hat berdan.    Li gundê Gamêşan ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, duh zilamê bi bavê Hasan E. tundî li hevjîn xwe S.E. û 4 zarokên xwe kiribû. Keçeke S.E. tundiya ku li wan hatibû kirin bi telefonê qeyd kiribû û li ser medya civakî parve kiribû. Li ser vê yekê li dijî Hasan E. gelek bertek çêbûbûn û hatibû binçavkirin.    Hasan E. piştî girtina gotinên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Kanîreşê sewqî edliyeyê hat kirin. Li edliyeyê derbarê Hasan E. de biryara dûrxistinê hat dayîn û hat berdan.