Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê 2020-08-05 10:34:39   WAN - Braziyê Îbrahim Baykara, Yusuf Baykara, daxuyaniya Walîtiya Wanê derewand û diyar kir ku eskerên ku gule berda mamê wî, ji bo bimirine bi birîndarî kişandin pişt komên gihayê û got: "Li cihê bûyerê fîşekên vala hebûn."    Eskeran di 3'ê Tebaxê de li gundê Çillîya Jorê yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê gule li bavê 6 zarokan ê 46 salî Îbrahîm Baykara reşand û kuştin. Bavê 6 zarokan Baykara ku bazirganiya sînor dikir, bi giranî birîndar bû, lê ji ber eskeran ew ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baykara piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Wanê li Goristana Gundê Cillîya Jorî defin kirin. Piştî bûyerê Waliyê Wanê têkildarî bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara yê eskeran ew kuşt, daxuyanî da û îdea kir ku eskerên Îranê Îbrahim Baykara kuştiye.    ŞAHIDÊ BÛYERÊ AXIVΠ   Biraziyê Îbrahîm Baykara Yusuf Baykara, yê piştî bûyerê derket lêgerîna mamê xwe rastiya bûyerê ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re vegot. Birazê Îbrahîm, Yusuf Bayraka, anî ziman ku piştî eskeran mamê wî birîndar kir, ew li pey xwe kaş kirin û birin li pişt koma gihayê rawestandin. Li cihê bûyerê gelek fîşekên vala yên aydî çekên cuda li wir hebûn. Walî got “Bi çeka keleşnikofê hatiye kuştin" lê guleyên cuda li cihê bûyerê hebûn. Bûyer saet di 22.00'an de pêk hat. Piştî bûyerê dayika min ez hişyar kirim û got 'Gule berdane mamê te. Ez bi maşîna xwe çûn nava gund. Min dît ku mirov kom bûne. Piştre em çûn cihê bûyerê. 1.5 kîlometre li dervê gund bû. Esker bi maşîneyên zirxî sekinîbûn. Destûr nedan em biçin cihê bûyerê. Me got birîndar heye û divê em bibin nexweşxaneyê. Eskeran jî got 'Birîndarê we niha li cem me ye. Em ê bibin qereqolê. Me bişopînin û werin' Min ew şopand û heta pêş qereqolê ez çûm. Piştre gotin 'Way cenazeyê we wi li wir e. Here bigire' Ez dîsa hatim gund. Maşineyek eskerî li pey min hat. Ez bi maşîna xwe li pêş wan rawestiyam. Min got Ka mamê min li ku  ye?' Eskeran dîsa got 'Mamê te birîndar e. Li cem me ye'    'KU EM ASTENG NEKIRINA DÊ BIJIYA'    Yunus Baykara, da zanîn ku piştî niqaşa di navbera wî û eskeran de bavê wî jî hat cem wan û got: "Piştî niqaşê bavê min hat cem me. Got 'esker me dixapînin. Dibe ku mamê te li cihê teqîna çekan tê be. Ez, bavê min û xizmên me yên din çûm herêmê û li mamê min geriyan. Dema min mamê min dît. hêj sax bû. Dema eskeran gule berda wî, ew li pey xwe kişandibûn û li pişt koma giha veşartibûn. Ji bo em wî nebînin û li wir bimire li pişt gihê veşartibûn. Me hewl da mamê xwe têxin maşîneyê û bînin nexweşxaneyê. Lê disa maşîneyên zirxî rêya me girt û destûr neda. Me her çend li pişt manîşa zirxî li korneyê xist û me xwest rê bide jî dîsa rê neda me. Me hewl da maşîna zirxî derbas bikin. Lê her tim xwe avêt pêş me û destûr nedan em wan derbas bikin. Eger rê dabûna me em derbas bibin dê mamê min nemira. "    'MIN ÇI DÎT, MIN EW JI DOZGER RE GOT    Yunus Baykara, anî ziman ku têkildarî bûyerê li dozgeriyê jî îfade da û wiha lê zêde kir: "Min çi dît min ew ji dozger re got. Dozger got 'Tu her tim esker sucdar dike' Min jî got tişta min dîtiye ez dibêjim. Ji ber gundê me li ser sînor e ev qetilkirina mirovan ma dê her tim bidome? Me serlêdana sûc kir. Lê zêde heviya min ji wan tune ye.  Em ê kê li kê gilî bikin. Bi awayekî keyfî li me gule direşînin. Em dixwazin ev kuştin bi dawî bibe. Dil û kezeba me dişewite. Lê bila kesa kesên din neşewite."    Baykara, bal kişand ser daxuyaniya Walîtiyê ya “Eskerên Îranê kuşt" jî got: "Daxuyaniya walîtiyê ne rast e. Eskeran li nava sînorê Tirkiyeyê mamê min knuşt. Me ev bi çavê xwe dît. Me li cihê bûyerê gelek fîşekên aydî çekên cuda dîtin."     MA / Cemîl Ugur - Dindar Karataş