Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê 2020-08-05 11:09:30   QERS - Bajaroka Pazarcix a girêdayî navçeya Dîgorê, di çarçoveya bergiriyên têkoşîna bi şewba vîrûsa koronayê de, kirin karantînayê.   Bajaroka Pazarcixê ya navçeya Dîgor a Qersê, li ser tespîtkirina pêketiyên vîrûsa korona (Kovîd-19), kirin karantînayê. Walîtiya Qersê, derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku ji 5’ê Tebaxê ve ketin û derketina bajarokê Pazarcixê hat girtin.