Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin 2020-08-05 13:13:26   AMED - Li Amedê 2 jin ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicîbûn bi giranî hatin birîndarkirin. Jinên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.    Li Amedê 2 jin ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicîbûn ve bi giranî birîndar bûn. Jinên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Dermankirina jinan a li nexweşxaneyê didome. Xwestin wekî întîhar kiriye nîşan bidin. Jina ciwan a 21 salî D.A., li mala xwe bi çeka hat birîndarkirin û li malê bi birîndarî hat dîtin. Hat fêrbûn ku zilam bi zorê çek xistiye destê D.A. û xwestiye ku xwe bi çekê bikuje. Jina bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.    Jina 41 salî S.P.  jî ji aliyê mêrê pêre zewivî ye ve hat birîndarkirin S.P. ku bi kêrê birîndar bû zêde xwîn winda kir û talûkeya jiyana wê diome.