Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-08-06 08:15:25   ÎZMÎR – Jinên di çalakiya li dijî hedef nîşandan û betalkirina Peymana Stenbolê de, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Platforma Jinan a Îzmîrê li dijî hedef nîşandana Peymana Stenbolê duh xwestin li semta Alsancakê meş li dar bixe. Lê polîsan jin asteng kiribûn û mudaxileyî jinan kiribûn. Jinan jî ev helwesta polîsan şermezar kirin. Polîsan di dema mudaxilekirina jinan de 16 kes binçav kiribûn. Jinên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Navê kesên hatin berdan wihane: “Nihal Yilmazarslan, Nilgun Yilmazarslan, Tugba Aratici, Alican Kelek, Melodi Zengin, Pinar Usta, Gozde Ece Yuksek, Evrim Çakir, Ebru Akeloglu, Didar Gul, Zehra Hekimoglu, Eylem Tunali, Gizem Coşkun, Deniz Cesurer, Melda Barutçu, Cansu Ekmen û Rengin Oguz.