Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e 2020-08-06 09:02:43     WAN - Qedexeya çalakiyan a li Wanê 1355 roj in didome. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan qedexeya heyî nirxandin û gotin: "Bi vê qedexeya ku ji bo AKP'iyan derbas nabe, armanc tepisandina muxalifan e."     Walîtiya Wanê, bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmehê re li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Qedexeya li bajêr ji 21'ê Mijdara 2016'an ve 15 rojan carekê bi awayekî rêk û pêk tê dirjêkirin. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan qedexeya ku 1355 roj in didomin nirxandin.    ‘JI BO ME QEDEXE JI BO AKP'Ê SERBEST'    Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser armanca qedexeyan û got: "Qedexe tê îlankirin. Ev ji bo her kesî tê îlankirin. Lê em şaşiya qedexeyê diyarkirin. Di warê hiqûqî de nabêjin ji bo vê partiyê qedexe heye, ji bo vê partiyê tuneye. Lê vê yekê di pratîkê de pêk tînin. Tiştên ji me re qedexe dikin, AKP bi xwe dike. Ev jî bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Lê binêrin di dema pandemiyê de AKP'ê li her derî pankartên xwe daliqandin, lê walîtiyê tiştek jî negot. Çend roj berê AKP'ê standek vekir. Rêxistina me ya navçeyê ya Rêya Armûşê jî ji b standê veke serî li walîtiyê da. Lê walîtiyê red kir. Çima tu ji bo AKP'ê xwe li nedîtinê datînî? Gava em tiştekî bikin di cî de polîs mudaxile dikin. Tiştên ji me re qedexe ne, çima ji bo AKP'ê serbest in? A rast em dibînin bê ka bêhiqûqîtiyek çawa heye. Em careke din dibêjin; astengkirina xebatên partiyeke siyasî sûc e. Em ê nehêlin tu pêkanîneke kêfî mafê di qanûna bingehîn de hatiye diyarkirin bin pê bike. Em ê li her derî têkoşîna xwe bilind bikin."    ‘JI CIVAKÊ DITIRSIN'    Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Mirov û Azadiyê Parêzer Kenan Sarisaç jî destnîşan kir ku xwepêşandan û meş bingeha demokrasiyê ne û got, qedexekirina wan di asasê xwe de ji bo tepisandina muxalefetê ye. Sarisaç, bilêv kir ku qedexekirina xwepêşandan û meşan demokrasiyê ber bi dîktayê ve dibe û got: "Em qedexekirina vî mafê bingehînq ebûl nakin û dixwazin rojek berî rojekê bi dawî bibe."    Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Harûn Gur jî destnîşan kir ku mafê civîn û xwepêşandanê bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Qanûna Bingehîn hatiye mîsogerkirin û got: "Yek ji mueseseyên sereke yên civaka demokratîk jî azadiya fikr û ramanê ye û xwepêşandan û civîn jî awayekî bikaranîna vî mafî ye.    ‘PEYMAN TÊN BINPÊKIRIN'    Gur, biryarên dadgehên herêmî jî bibîr anî û got: "Der barê qedexeyên hatine kirin biryarên dadgehên herêmî hene. Li gor van biryaran jî kifş e ku qedexeyên tên kirin kêfî ne. Der barê gelek kesan de cezayê pereyî hatiye birîn. Der barê gelek kesan de jî doz hatine kirin û piranî jê jî beraat kirine û cezayên pereyî jî hatine xerakirin. Lê dîsa jî walîtî xwe li nedîtinê datîne û bi pêkanînine kêfî Qanûna Bingehîn û peymanên mafên mirovan bin pê dike."    Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet jî destnîşan kir ku qedexee bi usûla kopîkirinê û guherandina dîrokê didomin û got: "Giştîname ji Wezareta Karên Navxweyî tên. Wezaret jî girêdayî îqtidarê ye. Li Wanê armanc bêdengkirina hemû muxalifan e. A rast walîtî divê werê bibêje; Em fealiyet û çalakiyên kesên îqtidarê rexne dikin hemûyan qedexe dikin. Em di van qedexeyan de standardeke dumendiyî dibînin. Çend roj berê nûnerê îqtidara siyasî li kolana herî qelebalix, li navçeya Rêya Armûşê stand vekir. Helbet partiyên siyasî dikiran xebatan bikin û hejmara endamên xwe zêde bikin. Lê belê destûrê didin AKP'ê, lê nadin partiya din. Waliyê ku bajêr bi rê ve dibe divê adil û wekhevîxwaz be."    ‘ASTENGÎ DIVÊ BÊN RAKIRIN'    Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik jî anî ziman ku daxuyaniyek dane, lê belê bi hinceta qedexe bûye cezayê pereyî li wan hatiye birîn û got, serî li dadgehê dane û dadgehê jî ew betal kiriye. Kalçik, bilêv kir kue w komeleyeke hawirdorê ne û ji bo hawirdorê û ekolojiyê têdikoşin û got: "Divê qedexeyên li ber têkoşîna me hemû bên rkirin. Em, divê pirsgirêkên der barê hawirdorê de bilêv bikin û raya giştî re parve bikin. Daxwaza me tenê; bila hewaya meî ava me û axa me neyê qirêjkirin. Vê yekê jî tamûl nakin û bi zext û zoriyan tên. Mirov, bi mafên xwe mirov e."    MA/ Cemîl Ûgûr