Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim 2020-08-06 09:36:48 AYDIN - Ertûnç Pektaş ê bi armanca piştgiriyê bide Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de dest bi greva birçîbûnê kir, anî ziman ku heya parêzer neyin berdan ew ê çalakiya xwe dewam bike.    Ertûnç Pektaş ê li navçeyam Încîrlîova ya Aydinê dijî, bi armanca piştgiriyê bide parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de, ji 1’ê Tebaxê ve di greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveker deye. Pektaş bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” di 2’yê Tebaxê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Pektaş rojek şûnde sewqî Edliya Aydinê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan.    Pektaş derbarê binçavkirin û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) ra axivî.   DI BIN ÇAVAN DE XWARIN FERZÎ WÎ KIRIN   Pektaş, diyar kir ku wî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha axivî: “Dûre ez hatin binçavkirin. Polîsan di mala min de lêgerîn kirin û dûre dest danîn ser materyalên dijital. Di dema binçavkirinê de rageşî çêbû. Di vê rageşiyê de pişta min êşiya. Lê ez nebirim mûayeneyê. Polîs çûn îmze kirin û derketin. Ez 24 saetan li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re mam. Zextên derûniyê li min kirin. Ligel ku min ji wan re got, ez di greva birçîbûnê de me jî, xwarin ferzî min kirin. Parêzer û birayê min dixwazin avê ji min re bînin, lê polîs destûrê nadin wan.”    TU ÇIMA DIÇÎ EGÎTÎM SENÊ?   Pektaş, qala pirsên dibin çavan de jê hatine kirin jî kir û wiha got: “Min çalakiya greva birçîbûnê ya endamên DHKP-C a sala 1999’an parve kiribû. Derbarê vê parvekirina min de pirs ji min kirin. Dîsa ji min pirsa tu çima diçî Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanist (Egitîm Sen) a Aydinê kirin. Di heman demê de pirsa tu ji Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr kî nas dikî kirin.”    BI DOSYAYÊN KOPÎKIRÎ ZEXTAN LI MIROVAN DIKIN    Pektaş, dest nîşan kir ku bi hewl didin bi dosyayên kopîkirî zextan li welatiyan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez zilme. Ev nîşaneyên welat ji aliyê faşîzmê ve tê birêve birine. Ev polîtîkayên teslîm girtinê ne. Lê emê serî ne tewînin. Niha ez greva xwe ya birçîbûnê dewam dikim. Di dadgehê de jî min got ezê çalakiya xwe dewam bikim. Heya ku parêzer neyin berdan, ezê çalakiya xwe greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dewam bikim.    MA / Esra Solîn Dal