Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne 2020-08-06 12:24:03 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, derbarê pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê de, daxuyanî da û got: “Binyadeke ku xwe di nava dewletê de birêxistin kiriye, bi operasyonên plankirî, gav bi gav bernameya xwe bi cih tîne. Ev binyada veşartî û birêxistinkirî, lingê wê yê siyasî û darazê heye.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê peyam şand. Peyamên Demîrtaş li ser hesabê wî yê Twîtterê hatin parvekirin.    Demîrtaş, diyar kir ku li Tirkiyeyê, rejîmeke desthilatdar û tekparêz hatiye vakirin û wiha got: “Binyadeke ku xwe di nava dewletê de birêxistin kiriye, bi operasyonên plankirî, gav bi gav bernameya xwe bi cih tîne. Ev binyada veşartî û birêxistinkirî, lingê wê yê siyasî û darazê heye. Di heman demê de lingê wê yê burokrasî, medya û sermayeyê jî heye.”   Peyamanên Demîrtaş wihane:    “* Merheba. Ez hewl didim ku bi derfetên sînordarkirî pêşketinan bişopînim. Divê pêşketinên li welat rû didin, rast bên binav kirin. Ev demeke, pergala qanûna bingehîn tê guhertin û li şûna wê, rejîmek desthilatdar û tekparêz tê avakirin. Vê yekê, tenê bi rêbazên siyasî yên vekirî nakin.   * Dema vê dikin, hêza raya giştî, bi awayekê der qanûnî û bi guhnedarî, bi kar tînin. Binyadeke ku xwe di nava dewletê de birêxistin kiriye, bi operasyonên plankirî, gav bi gav bernameya xwe bi cih tîne. Ev binyada veşartî û birêxistinkirî, lingê wê yê siyasî û darazê heye. Di heman demê de lingê wê yê burokrasî, medya û sermayeyê jî heye.   * Ji bo ku rejîmeke desthilatdar û tekparêz ava bikin, li dijî me operasyon lidar xistin. Derbarê me de komployên siyasî ava kirin. Derbarê kesên rola xwe di nava vê komployê de girtin, di destên me de delîl û belgeyên hiqûqî yên bi hêz hene.   * Di navenda operayonên li dijî beşên mûxalîf ên ji derveyî me de jî, dîsa bi heman awayî, ev binyad heye.    * Ez pêşniyar dikim ku êdî tu kes hîn zêdetir nebin hevkarên van sûcên giran. Ji ber ku dema roja wê hat, gel wê biryara xwe bide û dûre wê hiqûq bikeve dewrê. Delîlên heyî, wê bandorê li ser pêvajoya hiqûqê jî bike.”   * Em 83 mîlyon bi hev bawer bikin û bibin yek. Em ê bi hevre ji vê belayê xilas bibin û Tirkiyeyê ber bi rojên ronî ve bibin. Ji ber ku ev welat ê me hemûyane. Em ê hemû bi hev re demokrasiyek xurt ava bikin û di nava aştiyê bijîn. Tu carî hêza xwe, baweriya xwe û cesareta xwe winda nekin. Teqez wê qezenc bike!”