Dolar derket 7.17'an 2020-08-06 12:45:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku Eûro derket seriya 8.49’an û reqora xwe teze kir, dolar jî derket 7.17’an.   Windabûna nirxê lîreyê tirk berdewam dike. Dolar derket 7.17’an û Eûro jî derket asta herî bilind a hemû deman û bû 8.49’an.    Li aliyê din xrama zêr jî bilind dibe. Xrama zêr bi 461 TL’yî dest bi rojê kir û heta 570.9 TL’yî jî derket.