ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-07 09:00:45   * Porsipiyan anî ziman ku rewşa niha ya welêt ne kêmî ya dema 12'ê Îlonê ye û ji bo danezana ku parvekirine jî gotin, bi vê danezanê rewşa li welêt teşhîr kirine û danezana wan qîrîna "hawarê" ye. Her wiha porsipiyan, bang li partiyên muxalif kirin ku dengê xwe li dengê wan zêde bikin.    * Tê xwestin li Avzêmkên Mûnzûrê avahî bên çêkirin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan û gotin, em ê nehêlin cihên îbadetê bên xerakirin.    * Di ser kuştina nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe re 27 sal derbas bûn. Xwişka Tepe Ayşe Tepe Dogan got: "Dilxweşî û kêfxweşî tenê ji bo kêliyekê ne. Lê êş ne ji bo kêluyekê ne, heta hetayê ne. Hîn jî ji bo min 19 salî ye. Mezin nabe."    * Çotkarên beriya Qoser, Dêrik û Nisêbînê îsal ji ber DEDAŞ'ê ceyrana bîrên sontajê ji ser wan qut kir, bi milyonan dolim zeviyên garis/genimok neçandin. Serokê Komeleya Elafan (Zehîrevan) Mehmet Reşît Oter diyar kir ku li gorî lêkolîna wan çotkaran îsal ji ber pirsgirêkên ceyranê ji sedî 50 garis/genimok neçandine û çotkar ketine bin deynê bankayan.     * Berdevka Koma HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Navenda Sendîkaya SES'ê  dê têkildarî şewba Covid-19'an li navenda Giştî ya SES'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)   * Konseya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB), dê têkildarî Navendên Tenduristiya Malbatê" Encamê Lêkolîna TTB'ê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî şewba Covid-19 li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Kordînasyona Ji Parastinê re Azadî, dê ji bo Prz. Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne li pêş Edliyeya Stenbolê ya Çaglayan û Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00/15.00)