Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê 2020-08-07 09:04:53   DERSIM - Tê xwestin li Avzêmkên Mûnzûrê avahî bên çêkirin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan û gotin, em ê nehêlin cihên îbadetê bên xerakirin.    Tê gotin wê li Avzêmkên Mûnzûrê avahî bên çêkirin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku Walîtiya Dersimê bêyî ku bi wan bişêwire proje amade kiriye. Her wiha ji bo pêkanîna projeyê zabite û eskeran dezgehên esnafên li herêmê rakirin. Waliyê Dersimê Mehmet Alî Ozkan jî şêniyên herêmê hedef nîşan da.    Şêniyên gundê Ziyaretê yê ku avzêmk lê ne, diyar kirin ku ew naxwazin avahî bên çêkirin.    ‘EM Ê NEHÊLIN BÊ TEXRÎBKIRIN'    Hasan Agdogan, anî ziman ku bi sedan sal in li avzêmkan îbadeta xwe dikin û got: "Ev çend sal in me bihîstiye ku dewlet li ser vê projeyê hûr bûye. Me bihsîtiye hinndik maye projeyê biqedînin. Lê belê bi tu awayî bi me neşêwirîn. Heger bi me bişêwiriyan, helbet bêyî ku zirar bigihaşta Mûnzûr Baba me yê destûra hin tiştan bida. Em ê nehêlin texrîbat bê kirin. Ziyaretgeha me ji bo me pir biqîmet e."    ‘EM Ê BARÎKATAN DEYNIN'    Gulîzar Gun jî anî ziman ku berê bi pêlavan nikaribûn biçin avzêmkan û got: "Wexta em diçûn cem Mûnzûr Baba me pêlavên xwe derdixistin. Lê niha mirov dikevin avê, piknîkê dikin û firaqan dişon. Di wê avê de masî hene. Em bi xwe jî naçin avê ji wir naynin. Lê niha rant dest pê kiriye. Wir dane hin kesan û wê avêzêmkan jê bikin. Wê dîwarên betonî çêbikin. Em naxwazin dest bidin zîyaretgehên me. Em loqmeyên xwe belav dikin. Em îbadetê dikin. Naxwazin fêm bikin. Em ê nehêlin. Heger bivê em ê barîqatan deynin ber Mûnzûrê."    YEKÎTÎ   Hasan Şengul, diyar kir ku 4 sal berê hatiye xwestin ku ev proje bê çêkirin lê belê ji ber bertekan nehatiye çêkirin. Şengul, got: "Divê gel bibe yek. Wekî din tu çare tuneye."    ‘EV DER RASTIYA ME YE'    Raîf Çelîk jî anî ziman ku naxwazin Mûnzûr bê xerakirin û got, heger bê çêkirina em ê pêşî li ber bê girtin. Çelîk got: "Ev der rastiya me ye. Heger kemçe têkeve wir wê ava me berê xwe biguherîne. Çimkî Xizir eleyselam li wir bûye raz û çûye. Na, qethiyen em ê nehêlin."    ‘EM Ê BITÊKOŞIN'    Zekî Gun destnîşan kir ku ew ê nehêlin li Avzêmkên Mûnzûrê avahî bên çêkirin û got: "Ava li vê derê şîfa ye. Niha tê gotin wê hawizan, qadên pîknîkê çêbikin. Jixwe wexta kemçe têkevê wê xweza xera bibe. Wê berê avê biguhere. Heya em li vê derê bin em ê nehêlin û em ê bitêkoşin."    MA / Ayşe Surme