Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket 2020-08-07 14:43:17   DÊRA ZOR - Li Dêra Zorê di demên dawî de çapemenî bûyerên rû didin wekî “Serheldanên gel" serwîs dike. Derket holê ku di bin van sûîkastan de hesabên Tirkiye, Rusya, Îran û Suriyeyê yên li ser petrolê heye. Li aliyê din serokên eşîran û porsipî jî li cem QSD’ê cihê xwe digirin û planên wan pûç dikin.    Li bajarê Dêra Zor ê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di demên dawî de bûyerên suikastê zêde dibin. Bi van sûîqasdan dixwazin aloziyê zêde bikin û eşîran bînin beramberî hev. Berê yek ji Serokê Eşîrên Dêra Zorê Serokê Eşîra Egêdadê Suleyman El-Kessar û şêxê heman eşîrê Îbrahim Halil Cedan El Hefel kuştin. Piştre jî li gundên Rojhilata Dêra Zorê êrîşî hêzên ewlehiya navxweşî kirin. Li dijî vê yekê çalakî hatin lidarxistin. Her çend li herêmê alozî bidome jî li Dêra Zorê gel li cem Hêzên Sûriyeya Demokratik(QSD) cih digire. Tê gotin ku Rejîma Suriye, Îran, Rusya û Tirkiye gel li dijî QSD'ê sor dike. Bûyer û aloziyên li Dêra Zor pêş ketin, balkêş e piştî di navbera DYA û Rêveberiya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li ser petrolê peyman îmze kirin, pêş ket. Dêra Zor ku bajarekî dîrokî ye, wekî bajarê ku eşîrvanî lê pêş ketiye tê zanîn. Yek ji eşîrên herî bi bandor ên li herêmê eşîrên Şemmar, Egêdad, Cibur, Begara, Afadla ye. Navenda Bajar, herêmên rojava û bajarokên Meyadin û Ebu Kemal di destê rejîma Sûriyeyê de ne. Herêmên Rojhilat ê ku çavkaniyên petrol û enerjiyê ne jî di destê QSD’ê de ne. Piştî QSD'ê Hecin rizgar kir, DAÎŞ li ser axa Sûriyeyê paqij kir. Gelê Dêra Zor û axa wê bûn şahidê dirokê. Ji bo bûyerên li herêmê pêş dikevin çapemenî dixwaze wekî "Serhildanên gel" nîşan bide. Lê derket holê ku di bin van bûyerên suîqastan de Rejîma Sûriye, Îran, Rûsya û Tirkiye heye û dixwazin bazara petrolê bikin .   QSD Û GEL BI HEVRE YE   QSD li dijî van bûyeran bêtir hesas û bi baldar tev digere. QSD bi gel re tev digere û dixwaze rê li pêş aloziyê bigire. QSD armanc dike ku provokasyonan pûç bike û bi serokên eşîrên mezin re tev digerin. Çapemeniya Tirk û Rûs wekî "Serhildanên gel" pênase dike û dixwaze li dijî QSD'ê aqilekî ava bike. Lê ji ber ku QSD heta niha li cem gel cihê xwe digere rê li pêş provokasyonan digirin."    MA / Nazım Daştan