Ji bo Tîmtîk û Unsal ketin grevê 2020-08-10 13:27:47   MERSîN – Li Mersînê 2 parêzer ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiyê mirinê de ne ketin greva birçîbûnê.    Parêzerên endamê Baroya Mersînê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji bo balê bikişînin ser rewşa hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiyê mirinê de ne, li ber Edliya Mersînê hatin gel hev. Parêzerên ku li vir “Nobeta Edaletê” pêk anîn, pankarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” ku wêneyên Tîmtîk û Unsal li ser hebû vekirin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajar jî piştgirî dan parêzeran. Di çalakiyê de timik dûrişmeya “Ebrû û Aytaç rûmeta me ne” hatin berzkirin. Parêzeran daxwaz kir ku daxwazên hempîşeyên wan bên qebûlkirin.     Piştî axaftinan parêzeran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê Parêzer Sabahat Gençtarîh û Mehdî Zana Akkaya ragihandin ku dê ji bo piştgiriya Tîmtîk û Unsal di çalakiya greva birçîbûnê de bin û ji bo çalakiyê derbasî Baroya Mersînê bûn.