SES: 50 hezar mirov li Enqereyê bi Covît-19 ketin 2020-08-10 13:50:23 ENQERE – Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê, diyar kir ku li Enqereyê hêjmara mirovên bi Covid-19 ketin 50 hezar derbas kir û li nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye. SES'ê welatî hişyar kirin ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê, têkildarî rewşa vîrûsa corona (Covid-19) ku li Enqereyê belav bûye daxuyaniyek nivîskî parve kir. Şaxa SES'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Enqereyê hêjmara nexweşên şawba Covît 19, 50 hezar derbas kir û li nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye. SES'ê ji welatiyan xwest ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin. SES'ê bi sernavê “Di eniya Covid de tu guhertin tune. Em xelas dibin" daxuyanî da. SES'ê anî ziman ku yek ji bajarên hêjmara nexweşan zêde dibe û cih li nexweşxaneyan nabîne Enqereye ye. SES'ê hişyar kir ku daneyên Wezareta Tenduristiyê bi gel re parve dike şaş in û wiha got: "Daneyên Wezîr mirovan dixapîne. Li gelek welatên cîhanê qala pêla duyemîn dikin. Lê li welatê me hêj hêjmarê bi hezaran nîşan didin. Li bajarê me beriya pandemiyê kesên ji bo li nexweşxaneyê tedawî bibin mehê 3 milyon kesan serî li nexweşxaneyan didan. Lê di 3 mehên dawî de hêjmar daketiye 600 hezar mirov. Piştî Meha gulanê bi 800 hezarî dest pê kir û dîsa bi lez zêde bû. Piştî şewba vîrûsê rêjeya tijîbûna doşekên Venêrtina Zêde ji sedî 75 bû. Lê îro li hin nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye.    HÊJMARA NEXWEŞÊN COVÎT-19 ÊN REWŞA WAN GIRAN 200 KESAN    Şaxa SES'ê da zanîn ku li nexweşxaneyan niha nêzî 3 hezar û 500 nexweş hene û hêjmara nexweşên Covid-19 yên venêrtina lezgîn 200 kesin. Heta niha li Enqereyê kesên testa wan posîtîf derketine 50 hezar mirov derbas kiriye. Li gorî daneyên Hekîmtiya Malbatan ji 3 kesan 2 kes testa wan pozitif derdikeve. SES'ê da zankîn ku li gelek nexweşxaneyan cihê nexweşan nemaye. SES'ê ji welatiyan xwest ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin û xwe biparêzin.