Li Girtîgeha Xerpêtê girtî hatin derpkirin 2020-08-10 14:13:13   XERPÊT - Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Xerpêtê, gardiyenan girtiyên nebirina girtiyekê ya nexweşxanê şermezar kirin, derp kirin.    Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpêtê, gardiyenan girtî derp kirine. Girtiyekê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de, derbarê bûyerê de agahî da û wiha got: “Roja Sêşemê 4’ê Tebaxê, girtiyekê ku diranê wê diêşiya xwest biçe revîrê. Ligel ku êşa diranê wî dewam dikir jî sewqî nexweşxanê nehat kirin. Girtiyan li ser vê yekê nebirina girtiyê nexweş ê nexweşxanê şermezar kirin. Gardiyenan bi ser qawişê de girtin û girtî derp kirin.”   Hat diyar kirin ku girtiyan bi armanca şermezarkirina êrîşê ji bo du rojan ketin greva birçûbûnê. Girtiyan derbarê zext û binpêkirinên mafan de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ DEREWANDIN   Derbarê mijarê de em li rayedarên girtîgehê geriyan, lê rayedaran derpkirina girtiyan derewand.