Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan 2020-08-10 18:03:42   STENBOL - Rojnamevanên kurd Çagdaş Kaplan û Berçem Mordenîz ku gava xwestin dîmenên şideta polîsên bigirin hatibûn binçavkirin. Her du rojnamevan piştî kar û barên li edlîyeyê hatin berdan.    Li Qada Sytagma ya Atîna ya Yûnanîstanê polîsan hewl li kesekî destên wî paşde destên kelemçekirî dabûn û wî destgîr kriibûn. Gava polîsan li kesênd destgîrkirî didan rojnamevanên kurd Çagdaş Kaplan û Berçem Mordenîzê jî xwestibûn dîmenên wê kêlîyê bigirin. Lê belê polîsan her du rojnamevan binçavkiribûn û biribûn Qereqola Akropolîsê. Piştî kar û barên li edliyeyê her du rojnamevan hatin berdan.