Agir bi Çiyayê Gabarê ket 2020-08-10 21:44:51   ŞIRNEX - Li herêma navçeya Basanê ya Şirnexê agir bi Çiyayê Gabarê ket.    Li herêma Çiyayê Gabarê agir bi daran ket. Şewata li herêma di navbera bajaroka Findikê û gundê Bana û mezrika Şêwe ya gundê Şehrikayê hîn jî didome. Hat diyarkirin ku ji bo mudaxileyî şewatê bê kirin gundî û îtfaiye çûne herêmê, lê belê ji ber ku qad cihekî bejahî bûye bêyî ku mudaxileyî şewatê bikin vegeriyane.    Hat hînbûn ku piştî çekberdanê ya eskeran agir bi herêmê ketiye. Şewata ji serê sibehê ve dest pê kiriye hîn jî didome.