ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-11 09:00:41   * Dildarê Komeleya Reda Wijdanî Ercan Aktaş, bal kişand ser mirina eskerên bi awayekî guman dimirin û got, ciwanên elewî, kurd, ermenî û sosyalîst hedef tên girtin. Her wiha Aktaş bang li malbatan kir ku zarokên xwe neşînin eskeriyê.    * Zulfu P. piştî li qereqolê serbest hat berdan, êrîşî hevjîna xwe S.P. kir û bi giranî S.P. birîndar kir. Parêzerê S.P., Burcu Korkmaz, anî ziman ku mêrê êrîşî jinê dike hêz û wêrekiya xwe ji îqtîdar û polîsê qereqolê distîne.    * Penêrê Çeçîlê ku ji bivênevêyên taştên bajarên herêma Serhedê ye, bi sedan sal e bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin.    * Nûnerên partiyên siyasî ji bo rapora CPT'iyê ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de diyar kirin ku ligel tespîtkirina binpêkirina mafan divê zorê bide dewletên ku mafan bin pê dikin û bang li CPT'iyê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.    * Rêvebiriya Fabrîkaya Tekstîlê ya Ozakê ku pandemî ji xwe re kiriye firsend, li karkerên endamên DÎSK'î endamtiya Hak-Îş'ê li wan ferz dike û bi vî şertî wan dide şixulandin. Li fabrîkeyê hîn jî dema wergirtina kar a nêzî 100 karkerên endamê DÎSK'î bêsînor hatiye dirêjkirin û bi mobbîngê jî sendîkaya 300 karkerî hatiye guherandin.   * Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku sedema binpêkirina mafan ên li xeta sînor, ji ber bêcezatiyê ye û gotin, divê di binpêkirinên muhtemel de der barê peywirdaran de lêpirsînê bê destpêkirin û şerê li herêmê bê bidawîkirin.    * 17 Ciwanên Meclîsa HDP'ê yên Edenyê di 8'ê tebaxê de hatibûn binçavkirin. Ji 17 kesan 7 kes hatin berdan, 3 jê zarok 10 kes hêj li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin.    * Li Çiyayê Gabarê û çoltara Licê agirê bi daristanê ketiye didome.    * 3'emîn danişîna doza Endamê Meclîsa HDP'ê Bulent Uyguner dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * DÎSK ji bo Karkerên fabrîqeya VESTEL'ê yên bi şewba vîrûsê re rû bi rû ne, dê li pêş Koma Zorlu Holdingê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Çalakiya rojiya mirinê ya Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal a ji bo darizandina adîl didome. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin parêzern dê li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)