‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin' 2020-08-11 09:10:04 AMED – Dildarê Komeleya Reda Wijdanî Ercan Aktaş, bal kişand ser mirina eskerên bi awayekî guman dimirin û got, ciwanên elewî, kurd, ermenî û sosyalîst hedef tên girtin. Her wiha Aktaş bang li malbatan kir ku zarokên xwe neşînin eskeriyê.  Li Tirkiyeyê di navbera sala 1992-2002'yan de 2 hezar û 220 esker bi awayekî guman mirin û wekî "întiharê" hatin tomarkirin. Herî dawî li Cendirme Osman Ozçelimlî gava li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê eskerî dikir bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Bi vê re careke din mirina eskeran a li qişleyan ket rojevê.    'MÎLÎTARÎZM MIRIN E'    Dildarê Komeleyya Reda Wijdanî Ercan Aktaş, mirina gumanbar a eskeran nirxand. Aktaş ku got "Bila malbat zarokên xwe radestî eskeriyeyê nekin"destnîşan kir ku eskeriay mecbûrî mîlîtarîzm e û mîlîtarîzm jî mirin e.    'QIŞLE QADA ŞIDETÊ YE'    Aktaş ku got "Ji bo mîlîtarîzmê afirandina dijminan pir hêsan e û bi rihetî wî dijminî dikuje" diyar kir ku qişle qada şidetê ne. Aktaş got: "Mirovekî ku ji terhîsa wî re çar saet mabin ê çima întihar bike? Ma yê hînçend ciwan bi guleya ji devê çeka hevalên wan dekretiye jiyana xwe ji dest bidin? Pir aşkere û zelal e: Ûgûr Kantar; ji ber ku kurd û elewî bû; Sevag Balikçi, ji ber ku ermenî bû; Denîz Yûrtsever, ji ber ku sosyalîst bû; Osman Ozçelîmlî ji ber ku kurd bû ji aliyê hevsalên xwe û fermandarên xwe ve hatin kuştin."    Aktaş, anî ziman ku divê mirina gumanbar a eskeran di çarçoveya eskeriya mecbûrî de bê nirxandin û got, ji xeynî welatekî wekî Tirkiyeyê nîjadperest û mîlîter li kêm welatan eskeriya mecbûrî heye. Aktaş got: "Jixwe li Tirkiyeyê kesên pereyên wan hene ew 'peywira wetenê' ya jê re dibêjin 'pîroz e' distînin. Divê civak vê yekê qebûl neke. Aniha cîhan der barê eskeriya mecbûrî de di asteke pir cuda de ye. Ji xeynî îstisnayên wekî Tirkiye û Yûnanîstanê, li kêm welatan eskeriya emcbûrî heye."    ‘EM Ê HÎNÎ VÊ REWŞÊ NEBIN'    Aktaş, anî ziman ku bi salan e mîlîtarîzm kuştina mirovên ciwan bi polîtîkayên netewperestiyê rewa dike, lê belê ew redkarên wijdanî ew ê tu carî hînî vê rewşê nebin. Aktaş, destnîşan kir ku divê tu kes hînî vê rewşê nebe û got, ew ê tim sedema mirina Osman Ozçelîmlî bipirsin.   Her wiha Aktaş bang li malbatan kir ku zarokên xwe neşînin eskeriyê.    MA / Cahît Ozbek