Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih 2020-08-11 09:11:30 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî ji bo rapora CPT'iyê ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de diyar kirin ku ligel tespîtkirina binpêkirina mafan divê zorê bide dewletên ku mafan bin pê dikin û bang li CPT'iyê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.  Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6'ê Tebaxa 2020'an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT, di raporê de destnîşan kiriye ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandiye ser "pergaleke mayînde". Her wiha CPT'iyê di rapora xwe de diyar kiriye ku divê rejîma girtîbûnê ya li Îmraliy careke dinê di ber çavan re bê derbaskirin.    Nûnerên partiyên siyasî rapora CPT'iyê nirxandin.    AVCI: ÇIMA DERENG MA?    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erdal Avci, diyar kir ku rapora CPT'iyê girîng e, lê belê kêmasiyên waê jî hene û got, bi rapora CPT'iyê careke din pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye tescîlkirin.    Avci, destnîşan kir ku peywira CPT'iyê ew e ku pêşî li ber îşkenceyê bigire, lê belê vê peywira xwe baş nayne cî û bal kişand ser dema raporê û got, çima dereng hatiye parvekirin. Avci, bilêv kir ku her derengmayînek tê wateya ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê xirabtir dibin.    ‘TECRÎD BÖNAVBER DIDOME'    Avci, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan û her sê girtiyên din tecrîdeke werê ye ku li tu devera cîhanê tuneye û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji roja ku girtin heya niha bênavber didome." Avci, diyar kir ku di demên dawî de hevdîtina bi wasî, parêzer û malbatan re bi temamî hatiye sekinandin û got: "Piştî greva birçîbûnê çend serdanên malbatan çêbûn, lê belê di van serdanan de jî malbat bi binpêkirinên mezin ê wekî lêgerîna tazî re rû bi rû man. Jixwe ev binpêkirin di rapora CPT'iyê de cih negirtine."    ‘TEKANE RÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE'    Avci, anî ziman ku tecrîdkirina rêberekî gel ku bi milyona kes dibêje "vîna min e" polîtîkayeke bi zanebûnî ye. Avci got: "Birêz Ocalan, li Rojhilata Navîn, li Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî roleke dîrokî ye. Rayedarên dewletê yên carinan hevdîtinê pê re çêdikin jî bal dikişînin ser vê rola Birêz Ocalan û gotine, ku ew di warê siyaseteke aqlê selîm ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şensek e. Niha  aborî hatiye asteke xitimandinê û tê gotin sedema vê jî ji ber ku ji bo şer tê xerckirin. Îjar ji bo ev yek berevajî bibe tekane rê ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."    Her wiha Avci, destnîşan kir ku peywira CPT'iyê tenê ne tespîtkirina binpêkirina mafan e û got, di heman demê de divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên îmzeya xwe daniye binî tev bigere û di vî warî de jî binpêkirinên mafan ên tên kirin hemûyan ji holê rabike.    ONEREN: TESPÎTKIRIN TÊR NAKE    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torîn jî anî ziman ku rapora CPT'iyê ya piştî 16 mehan hatiye ragihandin têr nake û lê belê careke din asta tecrîda li ser Birêz Ocalan û her sê girtiyên din daye der.    Oneren, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li seranserê welêt tê pêkanîn û got: "Saziyeke ku peywira wê pêşîlêgirtina îşkenceyê be, divê tenê qîma xwe bi etspîtkirinê neyne. Ev yek nayêq ebûlkirin. Heger karibe pirsgirêkê tespît bike, naxwe çareseriyek wê jî heye. Lê heger ji bo çareserkirinê tiştekî neke, naxwe tespîtên wê jî ne samîmî ne." Oneren, destnîşan kir ku tenê ne li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê modela Îmraliyê tê avakirin û got: "CPT ji bo amadekirina rapora xwe diviya tenê ne bi Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê re, divê bi saziyên mafên mirovan ên Tirkiyeyê re jî hevdîtin çêbikira."    BANGAWAZΠ   Oneren, destnîşan kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû bi hev ve girêdayîne û got, pirsgirêka sereke jî tecrîda li ser Ocalan e. Oneren, anî ziman ku divê hêzên şoreşger û demokrasiyê, çîna karkeran, jin û civak bi hev re li dijî van pirsgirêkan rabin û got: "Hêzên demokrasiyê divê xwe bigihîn hemû tebeqyên civakê. Divê li her derî xebatên ji bo serwextkirinê bên kirin. Di serî de çîna karkeran û bi giştî jî her kes divê topyekûn xeteke têkoşînê çêbike. Kampanyaya me Partiya Şoreşger a bi navê 'Em ê faşîzmê têkbişikînin, hêvî sosyalîzm e' diome. Di vî warî de divê hêzên demokrasiyê hemû bên cem hev du û têkoşînê mezintir bikin."    MA / Erdogan Alayûmat