Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne 2020-08-11 09:12:04 RIHA – Rêvebiriya Fabrîkaya Tekstîlê ya Ozakê ku pandemî ji xwe re kiriye firsend, li karkerên endamên DÎSK'î endamtiya Hak-Îş'ê li wan ferz dike û bi vî şertî wan dide şixulandin. Li fabrîkeyê hîn jî dema wergirtina kar a nêzî 100 karkerên endamê DÎSK'î bêsînor hatiye dirêjkirin û bi mobbîngê jî sendîkaya 300 karkerî hatiye guherandin. Li Rihayê Fabrîkaya Tekstîlê ya Ozakê ya girêdayî Holdînga Global a Ozakê, di destpêka şewbê de navber dabû hilberînê û destûra bêheq dabû karkerên xwe. Ji van karkerên ku destûr dabû wan, dema wergirtina kar a nêzî 100 karkerên endamê DÎSK'Î bêsînor dirêjkiriye. Berê ji karkeran re hatibû gotin ku wê di destpêka meha Tebaxê de vegerin ser karê xwe, lê belê hîn jî karker dest bi akrên xwe nekirin. Ligel vê karkerên endamê Sendîkaya Oz Îplîk Îş'ê ya girêdayî Konfederasyona Hak-Îşê dest bi kar kirine.    Yek ji karkerên ku karê wî hatiye taloqkirin bavê du zarokan Omer Bal e. Bal, anî ziman ku di xaniyê bikirê de ye û got, ji tehsîlata demkurt hezar û 500 lîre digihê wî, lê belê ji vî pereyî 750 lîreyî dide heqê kirê û got, wekî hevalê xwe yê din ew jî mehkûmî tehsîlata demkurt hatiye kirin. Bal, diyar kir ku ji ber ku endamê DÎSK'ê ye wî nagirin kar û got, di dema pandemiyê de hatiye mexdûrkirin û 5 meh in naşixule.    GEF LÊ XWARINE    Bal, anî ziman ku beşa çavkaniyên mirovan telefonî wî kiriye û jê re gotine, vegera wî ya ser kar bi awayekî bêsînor hatiye dirêjkirin û got, dû re jî midûrê hilberînê telefonî wî kiriye û jêr e gotiye "Tu yê di serê meha Tebaxê de dest bi kar bikîe. Lê hege rhûn careke din bi kar û barên sendîkayî re eleqedar bibin hûn ê min bibînin." Bal got: "Me ev mexdûriyeta xwe ragihand walî. Walî jî em şandin qeymeqamtiyê. Qeymeqam jî bi midûr re axiviye. Midûr jî gotiye tiştekî werêt uneye. Helbet ew ê xwe bêsûc nîşan bidin. Lê diviya bû ku qeymeqam li ser bisekiniyana."    ZEXT Û ZORΠ   Karker Zekî Çalişkan jî anî ziman ku nêzî 7 salan li fabrîkeya navbirî şixuliye û piştî pandemiyê destûr dane wan û 5 meh in li bendê ne vegerin ser karê xwe. Çalişkan, diyar kir ku bi deynan debara xwe dike û got: "Bi zext û zoriyan berê hevalên me dan sendîkaya Oz Îplîk Îşê. Lê ji ber me qebûl nekiriye em niha li derve ne."    Çalişkan, anî ziman ku ji wan re gotine hûn ê di 4'ê tebaxê de vegerin ser karê xwe, lê belê niha vegera wan a kar bi awayî bêsînor hatiye dirêjkirin. Çalişkan got: "Yanî heya ev tehsîlata demkurt dewam bike em ê werê li derve bimînin. tehsîlata demkurt wekî çoyekî bi kar tînin. Ji ber ku em doza heqê xwe dikin em tên cezakirin. Her kes aliyê wan e. Kes li cem me tuneye. Yeko yeko hevalên me ji me diqetînin. Karker dikarin bi çalakiyê heqê xwe bi dest bixin, lê belê walî destûrê ande. Qet nebe rêyekê vekin ku em karibin doza heqê xwe bikin. Em doza nanê xwe dikin, wekî din doza tiştekî nakin."   MA / Bariş Polat