Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin 2020-08-11 11:10:32 ENQERE – Çalakiyên ku piştî hilbijartinên hat aşkerakirin Serokdewletê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi ser ketiye, dest pê kiribûn, di roja duyemîn de didomin. Di çalakiyan de çalakger jiyana xwe ji dest da.   Roja yekşemê li Belarûsê hilbijartinên serokdewletiyê pêk hatin û hat aşkerakirin ku Serokdewlet Aleksandr Lukaşenko bi ser ketiye. Li gorî Saziya Hilbijartinê ya Belarûsê, di hilbijartinên bi nîqaş de Lûkaşenko ji sedî 80’yê dengan girt û careke din bûye serokdewlet.    ENCAMAN QEBÛL NEKIR   Hevrika Lûkaşenko Svetlana Tikhanovskaya li dijî van encaman derket û got ku di hilbijartinan de ew bi ser ketiye lê Lûkaşenko xwe bi hîleyan bi ser xistiye. Piştî angaştên k udi hilbijartinê de çavdêr tunebûne û lêkolîn nehatine kirin, li welat çalakiyên li dijî Lûkaşenko dest pê kirin.    ÇALAKÎ DIDOMIN   Çalakiyên ku destpêkê li paytexta welat Minskê dest pê kirin, di roja duyemîn de jî berdewam kirin. Di çalakiyan de polis û çalakger tên hemberî hev û polis bi fîşekin plastîk, bombeyên ku çav şêl dikin û bombeyên deng êrîşê çalakgeran dikin û hewl didin wan ji hev bleav bikin.    KESEK MIR   Wezareta Karê Hundir a Belarûs, ragihand ku çalakgerekî di destê wî de teqemenî teqiyaye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Ev mirin bûn mirina yekemîn a çalakiyan. Ji ber çalakiyan ji 3 hezaran zêdetir kes hatine binçavkirin û hinek ji wan hatine girtin.    Li aliyê din birîna înternetê ku bi destpêkirina çalakiyan de dest pê kir jî didome.