Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê 2020-08-11 11:23:54   ÎZMÎR - Makîneyên kar ên ji bo çêkirina pîsta Go-Kart hatibûn zeviyên çandiniyê û rastî astengiyên welatiyan hatibûn, vê carê dibin parastina eskeran de hatin herêmê.    Li qadeke çandiniyê ya girêdayî Yelkî ya navçeya  Guzelbahçe ya Îzmîrê tê xistina ku pîstekê sporê ya motoran bê avakirin. Li dijî vê projeyê, pêvajoya hiqûqî û çalakiyên girtina nobetê dewam dikin. Ligel vê jî, firmaya peyaner ji nû de ket nava liv û tevgerê. Di rojên derbas bûyî de makîneyên kar xwestin ku asfaltê birijîne qada çandiniyê, lê hawirdorparêz li dijî vê derketibûn û makîneyên kar asteng kiribûn.    Makîneyên kar ên aîdê fîrmayê di saetên serê sibê de vê carê dibin parastina eskeran de hatin herêmê û xwestin dest bi çêkirina pîstê bikin. Eskeran hemû rêyên Seferîhîsarê girtin û kontrola nasnameya welatiyên xwestin derbasî herêma ku pişt lê bê çêkirin bibin, kirin.