Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir 2020-08-11 12:02:10 ENQERE - Kongreya Avakirina Dersimê, ji bo projeya ku tê xwestin li Avzêmên Dersimê bê çêkirin banga çalakiya nobetê kir.    Kongreya Avakirina Dersimê, derbarê projeya ku tê xwestin li Avzêmên Dersimê yên li navçeya Pulurê ya Dersimê bê çêkirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Kongreyê, diyar kir ku ji 40 avzêman av dertê bi polîtîkayeke sistematik tê xwestin ku Mûnzûr Bana ji holê bê rakirin.    Di berdewamê de kongreyê qala girîngiya dîrok û pîroziya avzêman kir û got ku Mûnzûr Bana ne cihê rantê û siyasetê ye. Herî dawî jî ji bao rawestandina projeya ku tê xwestin lê bê çêkirin banga çalakiya nobetê li gelê Dersimê kir.