Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin 2020-08-11 12:52:03   MÛŞ - Polîsan li Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.    Yekîneyên polîsan li Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê bi ser gelek malan de girt û 5 welatî bi hinceta têkiliya wan bi bûyerên 6-7'ê Cotmehê yên Kobanê re heye binçav kirin. 5 kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Milezgîrtê. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Ali Goren, Nazîf Ozkan, Kerem Daşkiran, Şerafettin Balci û kesekî nafê wî nehat zanîn.