ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-12 09:00:15   * Qeyûmên tayinî şaredariya Cizîrê û Hezexê hatin kirin, di nava 10 mehan de tabelayên bi kurdî daxistin û ji sedî sed heqê avê biha kirin û ji bo AKP'iyan bûn deriyê kar û bar.    * Parêzerên li Wanê ku bal kişandin ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo darizandineke adil de di rojiya mirinê de ne, xwestin rojek berî rojekê daxwazên hevpîşeyên wan pêk bên.    * Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, anî ziman ku ji tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê tên girtin hin jê, divê test, xebata fîlyasonê û ne tedawiya li malê be û got, divê kesên bi şewbê dikevin li wargehan bên karantînakirin.    * Di rojên dawî de li bajêr ligel zêdebûna şewba vîrûsa coronayê, herî zêde sabûn hatiye tercîhkirin. Hilbirînerê sabûnê Dengîn Yoremen diyar kir ku dezenfektana herî baş sabûnên xwezayî ne.    * Parêzera OHD'î Sevda Aydin, ji bo Peymana Stenbolê ku AKP dixwazê wê ji holê rabike got: "Di vî warî de tekane tişta ku divê em bikin, em bi tu awayî tawîzê nedin hikûmetê."    * Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî helwesta AKP'ê ya li dijî Peymana Îstanbul da û gotin: "Lijneya Navendî ya AKP'ê qet û qet nikare der barê jiyana me de bibe xwedî biryar. Ne aqilê serdest ê mêr ya îqtîdara AKP'ê û ne jî Lijneya Navendî ya AKP'ê dê nikaribe dengê me bitepisîne."    * MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER, dê têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Xarpêtê li avahiya MED TUHAD-FED'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Parêzerên Baroya Mêrsînê dê ji bo piştgiriyê bidin Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, li pêş Edliyeya Mêrsînê "Nobeta Edaletê" bigirin. (12.30)    * Platforma Jinan a Enqereyê dê têkildarî Peymana Îstanbulê di derketina Kolej Metroyê de "Zincîra Jiyanê" ava bikin. (19.00)