Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar 2020-08-12 09:03:16 ŞIRNEX - Qeyûmên tayinî şaredariya Cizîrê û Hezexê hatin kirin, di nava 10 mehan de tabelayên bi kurdî daxistin û ji sedî sed heqê avê biha kirin û ji bo AKP'iyan bûn deriyê kar û bar.  HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariya Cizîr û Hezexê bi dest xistibû. Lê belê di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Cizîr û di 13'ê Mijdara 2019'an d ejî tayinî şaredariya Hezexê hat kirin. Lê belê heya niha tu xizmet nekirine.    JI DÊVLA ABLEYA KURDÎ YA ÎNGILÎZΠ   Qeymeqam Sînan Davûtoglû ku tayinî Şaredariya Cizîrê hat kirin, roja bûye qeyûm ji xebatên kiriye yek jê jî guheradina lewheyên dîrokî ye. Li bajarê ku tevahiya gel bi kurdî diaxive, lewheyên hêlan nîşan didin ji dêvla kurdî kirin tirkî û îngilîzî. Li kuçe û kolanên ku ji tozê xalî nabin tu tişt nehatiye kirin. Tenê "Kuçeya Sevgîyê" ku qeyûmê berê ew ronîkiribû, cardin hatiye ronîkirin. Her wiha qeyûm ronahî li Birca Belek jî bi cih kirine.    JI BO AKP'IYA BÛ DERIYÊ KAR    Qeyûm Sînan Davûtoglû, roja ku tayinî şaredariyê hat kirinn, noqavên profesyonel jî di nav de 8 kesî ji kar derxist û Seroka Baskên Ciwanan a AKP'ê Hayret Olcayê kir Midûra Nivîsgehê.    HEQÊ AVÊ    Her wiha qeyûm heqê avê ji seîd sed biha kir; ji 64 qurîşan kir 1.25 qurîş.    Zafer Sagê ku tayinî Şaredariya Hezexê hat kirin jî tenê projeya Kolana Adîle Naşîdê ku hevşaredarên HDP'î dabûn destpêkirin, temam kir. Li kuçe û kolanên din jî tenê hin dever hatin pînekirin. Qeyûm Sax bi hefteyan navçe bê av hişt û li şûna 7 kesên ji kar derxistin kesên nêzî xwe bi cih kir. Her wiha cardin ruxsat da avêhîyên qaçax ên li Kolana Alanyayê.    "Xebata" qeyûm Sag a ku herî zêde bal kişandiye jî tableya lis er bi tîpên "elemiyona "Îdîl" nivîsandîye. Sag ev tabela li her derî gerandibû û ev yek li ser medyaya civakî bûbûn cihê qerfan.    Piştî cihê peywirê yê Sax hat guherandin, di 28'ê Tîrmehê de Refîk Ozsoy tayinî şûna wî hat kirin.