Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye 2020-08-12 10:43:01   EQNERE – Serokên 33 baroyan, ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç unsal ku bi daxwaza edaletê di rojiya mirinê de ne daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku jiyandina Tîmtîk û Unsal ji bo herkesê xwedî wijdan berpirsyarî ye.   Ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç unsal ku bi daxwaza edaletê di rojiya mirinê de ne, serokên 33 baroyan daxuyaniyeke hevpar bi nivîskî dan. Serokên baroyan, diyar kir ku ew zanin ku Tîmtîk û Unsal bi awayekî lez ber bi rewşeke ku jê veger nîne ve diçin û wiha gotin: “Ne tenê Ebrû û Aytaç, mafê parastinê bixwe di bin xetereyê de ye. Lewre daxwazên hempîşeyên me daxwaza mafê darizandina adilane ye ku mafê hemû welatiyan e.”   DIBINE TEMÎNAT   Parêzeran, di berdewamê de jî destnîşan kirin ku daxwazên hempîşeyên wan daxwazên hêsanin û dikarin bên bersivandin û ev tişt li daxuyaniya xwe zêde kirin: “Em weke serokên baroyan bi hişmendiya berpirsyariyê bang li hemû rayedaran dikin ku mafê darizandina adîlane pêk bînin û li gorî hişyariya rapora Saziya Tipa Edlî hempîşeyên me bên berdan. Em temînat didin ku em ê bi berdana wan re biryara wan careke din bi wan bidine nirxandin.”   SEROKÊN ÎMZE DANE   Serokên baroyan ku daxuyaniya hevpar îmze kirine navê wan û baroyan wan wiha ye:    “Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, Serokê Baroya Agiriyê Salîh Aydin, Serokê Baroya Amasyayê Ahmet Melîk Derîndere, Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan, Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan, Serokê Baroya Artvînê Alî Ûgûr Çagal, Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkûrt, Serokê Baroya Balikesîrê Erol Kayabay, Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan, Serokê Baroya Çewlikê Hanîfî Bûdancamanak, Serokê Baroya Bolûyê Sabrî ErhendekçÎ, Serokê Baroya Bûrsayê Gurkan Altûn, Serokê Baroya Denîzliyê Mujdat Îlhan, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê Baroya Duzceyê Azade Ay, Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, Seroka Baroya Kocaeliyê Bahar Gultekîn Candemîr, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Mersînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, Serokê Baroya Mûglayê Cûmhûr Ûzûn,  Serokê Baroya Mûşê Ferîdûn Taş, Serokê Baroya Ordûyê Halûk Mûrat Poyraz, Serokê Baroya Sêrtê Nîzam Dîlek, Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, Serokê Baroya Tekîrdagê Sedat Teknecî, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û Serokê Baroya Yalovayê Fedayî Dogrûyol.”