Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin 2020-08-12 13:00:06   NAVENDA NÛÇEYAN – Gundiyên gundê Markasor ê Dersimê ku ji sala 1992’an ve tenê dikarin bi destûra taybet biçin gundê xwe, ji bo rakirina qedexeyê kampanya îmzeyê dan destpêkirin.   Gundê Markasorê yê navçeya Qislê ya Desimê, di sala 1992’an de hat valakirin. Ji sala ku hatiye valakirin ve vala ye. Pira li ser Çemê Pîlemûriye ku çûn û hatina gund bi rêya pêk dihat jî piştî valakirina gund hilweşiyaye. Piştî valalirina xwe gundê Markasorê bi gundê Hakîs ve hat girêdan û tenê bi destûra taybet gundî dikaribûn biçin gundê xwe.    KAMPANYA VEGERA GUND   Gundiyên ku xwe li Çemê Pîlemûriyeyê xistin û çûn serdanên goristanên xwe, malên gund ên li ser piya hembiz kirin û hesreta xwe derbas kirin. Gundiyan, bang li rayedaran kirin ku qedexeya li ser gundê wan rabe û ji bo rakirina qedexeyê li ser Change.org kampanya îmzeyê dan destpêkirin.