Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar 2020-08-12 13:53:15 STENBOL – Meclîsa Ewlehiya Kar  û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora meha Tîrmehê parve kir û diyar kir ku di Tîrmehê de herî kêm 7 jê zarok 164 karker bûn qurbana cînayetên kar.    Meclîsa Ewlehiya Kar  û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a meha Tîrmehê parve kir. ÎSÎGM'ê di raporê de diyar kir ku di Tîrmehê de herî kêm 7 jê zarok 164 karker bûn qurbana cînayetên kar û herî zêde karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê anî ziman ku di kargeriyên kimya, metal, madenvanî, enerji, şaredarî/Karên Giştî, zexîre, tenduristî, ewlehî, tekstil û karên buron de karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê ji bo kesên li Beyrûd a Lubnanê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha got: "Li Welatê me jî nêzî 180 kendav/Bender (Liman) hene. Meclîsê da zanîn ku li Kendava Îskenderun, Alîaga, Avcilar/Ambarli, Ceyhan, Mêrsin û Tuzlayê rewş xerab e.    DI 7 MEHAN DE 1098 KARKER MIRIN   Meclîsê bal kişand ser karkerên Dardanel û Vestelê anî ziman ku di şertên vîrûsê de karker bê ewle kar dikin û wiha cih da raporê: "Piştî rexneyên Li Midûrê Giştî yê Amûrên Spî yên li Vestelê Erdal Haspolat hatin kirin diyar kir ku li Kargeriya Manîsayê 2 karker ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane û 380 karker jî bi vîrûsa corona ketine. Ji karkerên Vestelê herî kêm 5 hevalên me bi şewba Covid-19 mirin. Em dipirsin Vestel hilberîna ewle ya TSE çawa dike? An jî ev belge tenê ji bo parastina şîrketê ne? Di meha Tîrmehê de 164 karker mirin. Di 7 mehên ewil ên 2020'an de herî kêm Hezar û 98 karker bûn qurbana kar. Ji karkerên mirin jê 3 karkerên jin, 161 karkerên mêr, 7 karker zarok mirin. Di nava karkerên temenê wan 51 salî de 43 karkerên kedkar hene. Ji koçberan 5 jê Sûriyeyî û 1 Afganî ye."