5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê! 2020-08-13 09:15:33 ŞIRNEX - Gola Çalyanê ya li Zozanên Feraşînê ku bi paqijî û xwezaya xwe dest lê nehatî gerandin, li ser mirovan bandoreke mezin çêdike, ji ber pêk nehatina Mîhrîcana Çand û Xweza ya Feraşînê 5 sal in kes naçe serdana wê.  Gola Çalyanê ya li Zozanên Feraşînê yên di navbera sêgoşeya Şirnex, Wan û Colemêrgê de ye, bi bilindahîya xwe 2 bin 921 metreyan gola herî bilind a herêmê û Tirkiyeyê ye. Gola Çalyanê, ji aliyê koçerên ku havînê derdikevin zozan ve baş tê zanîn û parastin. Gol, li lûtkeya zozan e, hem bi ava berfê hem jî bi ava çavkaniya xwezayî xwedî dibe. Di mehên zivistanê de piraniya golê diqerise û heta mêha tebaxê jî berf li peravên golê dimîne.    KES NAÇE SERDANA GOLÊ   Gola Çalyanê, malovaniya kesên ku diçûn Mîhrîcana Çand û Xweza ya Feraşînê ku di navbera 14-15-16'ê Tebaxê de dihat lidarxistin, dikir. Di dema mîhrîcanê de gelek kesan berê xwe dida Gola Çalyanê. Lê ji ber ku mîhrîcan 5 sal in bi sedema pêvajoya şer nayê lidarxistin, kes naçe serdana golê û dema xwe li vir derbas nake.    MA / Fahrettin Kiliç