‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’ 2020-08-13 15:59:49 STENBOL – Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, bal kişand ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza darizandina adîlane di rojiya mirinê de ne û xwest ku bêyî ku derengî bikeve bên berdan.    Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, ji bo bale bikişîne ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza darizandina adîlane di rojiya mirinê de ne, li ber Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” hat vekirin û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de parêzer Kemal Aytaç û Parêzera Endama Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Çîgdem Akbûlût axivîn û bal kişandin ser rewşa Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal û daxwaz kirin ku bêyî ku bibe derengî daxwazên herdûyan bê qebûlkirin û bên berdan.