Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin 2020-08-13 16:11:12   MÊRSÎN- Di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.   Leşkeran di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve bir de, li Mêrsînê bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînên di malan de 4 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku her 4 kes li Fermandariya Leşkerî ya Mêrsînê tên girtin.