'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin' 2020-08-15 09:03:47 ANTALYA - Parêzerê Komeleya Mirinên Gumanbar û Mexdûrên Eskerî Ahmet Çevîk, anî ziman ku der barê mirinên gumanbar ên eskeran de baş lêpirsîn nayên kirin û got: "Divê ev dosye bi lêpirsîneke çalak bên aşkerekirin û berpirsiyar bên cezakirin."   Di demên dawî de li eskeriyê mirininên gumanbar ên eskeran zêde dibin. Herî dawî Osman Ozçalimli ku li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê eskerî dikir bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerê Komeleya Mirinên Gumanbar û Mexdûrên Eskerî Ahmet Çevîk, biryarên pergala darazê yên der barê mirina eskeran de nirxand.    Çevîk, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de daneyên der barê mirina gumanbar a eskeran de nayên parvekirin û got, der barê mirina eskeran de lêpirsîneke çalak nayê kirin û ser mirinan tê girtin. Çevîk got: "Eskeriya mecbûr, bi xwe re mirina mecbûrî tîne. Eskeriya bibedêl jî pêşî li ber mirinan nagire. Gava em li van mirinên gumanbar mêze dikin kurd, elewî, ermenî kesên tên dîkekirin in."    Çevîk bibîr xist ku di sala 2017'an de Dadgehên Eskerî hatin betalkirin û dozên di vî warî de li dadgehên sivîl tên kirin. Çevîk, anî ziman ku ev dadgehên sivîl jî dibêjin "binpêkirina mafê jiyanê" û dozên tazmînatê dikin, lê belê ev dadgeh û dozgerî biryarên nelêpirsînkirinê didin.    Çevîk, anî ziman ku lêpirsînên der barê mirina gumanbar a eskeran de baş nayên kirin û got: "Divê ev dosye bi lêpirsîneke çalak bên aşkerekirin û berpirsiyar bên cezakirin."