404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst 2020-08-15 09:03:50 STENBOL - 404 welatiyên ji bo danezana 101 Porspiyan gotin "Me dengê wan bihîst" û bi van gotinan piştgirî dan danezanê: "Welat bi lez û bez ber bi tarîtiyê ve diçe. Tekane şertê xelasiya ji vê tarîtiyê ew e ku derdorên muxalif hemû li hev kom bibin."  Di 21'ê tîrmehê de, rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û hunermend jî di nav de 101 Porspiyan danezanek parve kiribûn û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kiribûn. Piştî 101 Porspiyan 404 welatî jî piştgirî dan danezanê. Ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, hunermend Ferhat Tûnç û civaknas Ferhat Kentel ku piştgirî dan danezana 101 Porspiyan, bal kişandin ser girîngiya bangawaziyê.   FERHAT TÛNÇ: BI ZIMANÊ NEFRETÊ BERBERÎBÛN    Hunermend Ferhat Tûnç, anî ziman ku Tirkiye ji demokrasî û hiqûqê dûr ketiye û got, bi destê îqtidara heyî azadî hatine binpêkirin û daxwazên ji bo azadiyê jî bi şidet û zextê hatine astengkirin. Tûnç, bilêv kir ku îqtidar bi zimanê kîn û nefretê berberîbûn xistiye nava civakê û ji bo rêveberiya heyî got, "dîkatorî" ye. Tûnç, diyar kir ku lewma bangawaziya 101 Porspiyan pir girîng e.    Tûnç, diyar kir ku hişyariyên porspiyan hişyarîne ku her kes dikare piştgiriyê bide wan û got, porspî li dijî rewşa xirab a welêt li areyekê digerin û wan jî piştgirî daye vê lêgerîna ji bo çareseriyê. Tûnç ku di nav 404 welatiyên destek dan porspiyan de cih digire, anî ziman ku wan jî bi vê piştgiriyê ragihandiye ku 101 Porspî ne bi tenê ne. Tûnç got: "Danezana porspiyan pir girîng, lê divê em rê û rêbazine ji vê wêdetir bibînin. Çimkî welat di rewşeke wiha de ye ku bêhnê nastîne. Welat zûzûka ber bi tarîtiyê ve diçe. Tekane şertê xelasiya ji vê tarîtiyê ew e ku derdorên muxalif hemû li hev kom bibin."    KENTEL: ME DENGÊ PORSPIYAN BIHÎST    Civaknas Ferhat Kentel jî anî ziman ku ji ber pêkanînên rêveberiya otorîter êdî civak nikare bêhnê bistîne. Kentel, diyar kir ku ên dixwazin bêhnê bistînin ji aliyê "Porspiyan" ve hatine bilêvkirin û got: "Porspî, gazî me kirin. Me jî dengê wan bihsît. Û me got, heya ji destê me bê em en dengê wan ragihînin. Divê dengên bi vî rengî berbelav bibin. Di serdemeke ku dor li çapemeniyê hatiye tengkirin û bûye monopol, mirov nikarin dengê xwe ragihînin. Tenê bi saya medyaya civakiyî dikarin ragihînin. Îjar gava em vî dengî belav bikin û alîkariyê bikin wê ji bo welatê me bibe cihê tiştên baş."    UNSAL: ME GUH LI DENGÖ WAN KIR    Jı avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal jî, anî ziman ku porspiyan rewşa heyî ya welêt dahurandiye û ji bo pêşî li ber vê rewşa xiran bê girtin danezanek parve kirine. Unsal got: "Gava em li 101 Porspiyan dinêrin, kesên wekî romanûsê me yê xwediyê Xelata Nobelê Orhan Pamûk, dadgerê berê yê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Ewropayê (DMME) ê berê Riza Turmen jî îmzeya xwe danîne binî danezanê. Ev nav, nirxên Tirkiyeyê ne. Ev mirovên temenê wan li dor 70 salî ji bo welêt diqilqilin. Û dixwazin mirov guh li dengê wan bikin. Me jî daxuyand ku em guh li dengê wan dikin. Hêvîdarim, îqtidar û muxalefet jî guh li dengê wan bikin."    MA / Nacî Kaya - Tolga Guney